ÎZMÎR - Li Îzmîrê, Dayika Aştiyê Cemile Aydin û hevjînê wê Abdulkadir Aydin ên di salên 90'î de ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyên giran hatin dê kuçe bi kuçe xebatên "Na"yê bidin meşandin.
Guherandina Qanûna Bingehîn a hîn berpêşî refandûmê nehatiye kirin, ji niha ve di nav gel de rastî bertekên "Na"yê tên. Ji van bertekên "Na"yê yek jê jî malbata Aydin e ku di salên 1990'î de li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê rastî îşkenceyên giran ên polîsan hatin. Malbata Aydin a di salên 1970'yî de ji ber sedemên aborî ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê berê xwe didin Bayrakliya Îzmîrê, her 10 zarokên wan jî li Îzmîrê tên dinê. Di 1995'an de dema keça wan a mezin Arzu Aydin li Girtîgeha Bûrsayê serdana xizmên xwe yên girtiyên siyasî dike, êdî malbata Aydin rastî çewisandin û îşkenceyan tê. Dayika Aştiyê Cemile Aydin diyar kir ku, her çû çewisandin û pêkûtî li ser wan zêde bûn û ji ber vê keça wan Fatma Aydin di sala 2002'ayn de tevlî PKK'ê dibe û dest nîşan kir ku, piştî keça wê tevlî PKK'ê dibe îşkneceya li ser wan zêdetir dibe.
‘EZ Ê HESABÊ ÎŞKENCEYA RASTÎ WÊ HATIM BI 'NA'YÊ BIPIRSIM'
Aydin a got “Bi salan em neçar man tevî kincên xwe rakevin" anî ziman ku, keça wê Arzu Aydin ji ber îşkenceyê niha berasteng e, lê belê li gel hemû pêkûtiyan jî keça wê tev têkoşîna xwe bernedaye. Aydin, ragihand ku ji ber çewisandinên polîsan kurê wê Ozcan 10 salan bi awayekî qaçax jiyaye, keçake wê hîn jî di girtîgehê de ye û wiha domand: "Rojên me yên cejnan jî bi îşkenceya dewletê derbas bûn. Li dijî îşkence û ji bo parastina aştiyê di sala 2008'an de bûm Dayika Aştiyê. Niha ji bo hesabê îşkenceya li me hatiye kirin bipirsim û li dijî bangawaziyên şer ez ê mal bi mal bigerim û 'Na'yê bi rêxistin bikim."
‘BILA HEMÛ DAYIK 'NA'YÊ BI RÊXISTIN BIKIN'
Aydin bang li dayikên tirk û kurd kir û wiha axivî: "Keça min li nav refên PKK'ê şehîd ket. Ez aştiyê tenê ne ji ber keça min şehîd ketiye, ji bo hemû gerîla û leşkeran dixwazim. Divê hemû dayik ji bo zarokên wan nemirin bibêjin 'Na' û divê ji her kesî re vebêjin. Li her derê hûn lê ne ji bo xwîn raweste bibêjin 'Na'. An jê dê rê li mirin û îşkenceyan neyê girtin."
‘EZ Ê ŞOPÊN ÎŞKENCEYA LI BEDENA XWE NÎŞAN BIDIM Û BIBÊJIM 'NA''
Hevjînê Aydin, Abdulkadir Aydin jî wiha axivî: "Em ê nebin hevparê zulmê. Ji 1990'î heta niha tu tişt neguheriye. Çawa em di salên 90'Î de teslîm nebûn, em ê niha jî bi 'Na'yê teslîm nebin. Tevî malbata xwe li dijî van îşkenceyan qethiyen em teslîm nebûn. Ez ê şopên îşkenceyê yên li bedena xwe nîşanî her kesî bidim û 'Na'yê vebêjim. Niha ez û hevjîna xwe em ê ji bo 'Na'yê tevbigerin."