ŞIRNEX - Germava Elkê ku her sal bi hezaran welatiyên navçeyê û derdorê ji bo tenduristiyê 4 demsalan lê dibin mêvan ji ber ku derdora wê ji aliyê rayedaran ve nayê paqijkirin rastî bertekên gel tê.
Germava navçeya Elkê ya Şirnex 10 kîlometre dûrî navçeyê ye. Her demsal bi hezaran welatî ji bo tenduristiyê berê xwe didin germavê. Hem erdnîgarî û xwezaya germav lê ye hem jî fêdeyên wê yên ji bo nexweşiyên dil, romatîzma, hişkiya demaran û nexweşiyên jinan dibe sedem ku gelek welatî di her demsalê de werin vir. Bi taybetî jî demsala zivistanê rojên dawiyê hefteyê bi sedan şêniyên navçeyê û gundên derdorê ji bo nexweşiyên xwe tên ser Germava Elkê.
'JI MÊRSÎNÊ HAT GERMAVÊ'
Şêniyê Mêrsînê Necmî Orhan ku ji ber nexweşiya xwe ya romatîzmayê ji Mêrsînê hatiye Elkê li hember nepaqijiya germavê nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha axivî: "Ez ji Mêrsînê hatime. Ger ev germav li bajarek ê rojava bûya wê gelek paqij kiriban. Lê ji ber ku li Kurdistanê ye tu kes lê nanêre."
'HER SAL DARISTANÊN DERDORA GERMAVÊ DIŞEWITÎNIN'
Şêniyê Feraşînê Salih Aslan, diyar kir ku ew dawiya hefteyê bi zarokên xwe re tên ser germavê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Miletê me rojên betlaeyê zarokên xwe tînin vê derê û gelek xweş e. Ji ber ku li herêma me OHAL heye havînan dema mirov tên vê derê leşker van deveran didin ber hewanan. Gelek daristanên derdora germavê şewitîne. Em jî weke her derê dixwazin ev der bê parastin û em bi kêfxweşî werin ser germavê.
'HEWCE BIKE JI BO PAQIJIYÊ EM Ê PERE BIDIN
Ciwanê bi navê Mehmet Tîmûr jî ku ji gundê Mezrayê hatiye ser germavê da zanîn ku hewce bike ew dikarin ji bo paqijiya germavê pere bidin û wiha got: "Em him ji bo geştê him jî ji bo germavê tên vê derê. Lê tu paqijiya germavê nayê kirin. Ne derek heye mirov cilên xwe li biguhere ne jî hewizên avê paqijin. Hewce bike em ê pere bidin lê bila vê derê paqij bikin. Bila kesekî peywirdar bikin ku li paqijiya vê derê binêre."