Cizîrî: Em ê li hemberî dîkdatoriya Erdogan bibêjin 'Na'

ŞIRNEX - Cizîriyan, bertek nîşanê hewldana AKP û MHP'ê ya referandumê dan û diyar kirin ku ew ê li hemberî dîkdatoriya Erdogan bêjin na.

Cizîriyan li hemberî guhertina Qanûna Bingehîn a bi hevkariya AKP û MHP'ê di meclîsê re derbas bû nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew ê biçin ser sindoqan û li dijî pargala Erdogan a serokatiyê û zilma ku Erdogan bi vê pergalê zêde bike carek din bibêjin "Na, Na. Na"

JI BO KU ZILIM ZÊDE NEBE "NA"

Esnafê Cizîrî Abdullah Ozcan (37) diyar kir ku ew dê biryara xwe bi xwe bidin û wê berî her tiştî di nava xwe de "Na" bi rêxistin bikin û wiha got: "Di dîroka Tirkiyeyê de heta niha cihê kurdan tuneye. Ji bo ku di Qanûna Bingehîn de zilm û zordariya dewleta tirk ya li ser gelê kurd û hemû gelan rabe û her kes mafê azadiyê bi dest bixe, divê hemû gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê destê xwe bidin hev û xwe rêxistin bikin. Êdî her kes xwedî maf e û îrade ye, ji ber vê jî kesê ku nexwaze zilm li welat dijwar bibe dê her derê piştevaniya xwe ya li hemberî xala serokatiyê bêje "Na."

QANÛNÊN DI NAVDE KURD NEBIN EM QEBÛL NAKIN

Ozcan da zanîn ku AKP'ê bi polîtîqayên xwe ewlehiya canê wan jî nehiştiye û wiha berdewam kir: "Niha li Tirkiyeyê ewlehiya tu kesê tuneye. Kar û xebatên ku rêveberên AKP li Tirkiyeyê û Kurdistanê bike em qebûl nakin û em baweriya xwe nadin van kar û xebatan. Ji ber hêrsa AKP'ê bi hezaran ciwanên kurdan di zîndanan de ne û hatine kuştin. Îro her kes xwedî maf e lê hêzên dewletê mafê kurdan winda kiriye. Em ê bêjin "Na" ji ber ku êdî derbarê jiyana xwe û pêşeroja xwe de em bi xwe dixwazin biryar bidin. Em naxwazin êdî kes derbarê jiyana me de biryarên nerast bidin. Qanûnên ku kurd di nav de nebin em tu caran qebûl nakin."

EZ Ê CAREK DIN BÊJIM "NA"

Jina ciwan Elîf Deger (22) jî bal kişad ser zilm û zordestiya ku ew ji salên 90'î heya niha dijîn û wiha axivî: "Ji ber hêrs û zilma dewleta tirk me dest ji gundên xwe berdan. 2 sal in hêstirên çavên me ji ber rayedarên dewleta tirk û hêzên dewletê ziwa nebûne. Îro jî di xwaze hemû rê û rêbazên Qanûna Bingehîn bikeve destê wî û gel bixapîne. Lê bila gelê me destûr nede ku rêveberên AKP'ê wan bixapîne û ji bo "Na" yê her kes şiyar be. Ez ê li hemberî xala serokatiyê carek din bêjim "Na."

BERSIVA REFERANDUMÊ: ME CIZÎR JI BÎR NEKIRIYE

Ayşe Geçmez (25) jî da zanîn ku ew li hemberî referandumê ne û wiha axivî: "Ev 2 sal in gelê kurd hewil dide birînên xwe derman bike. Lê îro hin kes rabûne dibêjin ka em referandûmê bikin. Bila bên pirsa xwe ji me bikin bersiva me ev e, me Cizîr hêj ji bîr nekiriye. Ji ber vê yekê ez ê bêjim " Na, Na, Na." Her kes jî bila bizanibe ku yek kes nikare welatekê rêve bibe û ew jî ne mafê wî ye."

BÊJIN NA ÊDÎ BES E

Dayîka bi navê Salîha Yanan (47) ku kurê wê Kasim Yanar di qedexeya 14 kanûna 2015'an de di jêrmenîzê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku wan çawa ku hilbijartinên din Erdogan nekiriye serok ew vê carê jî nakin serok û got: "Bi salan e ji ber serokatiyê rayedarên dewletê zilmê li kurdan dikin û wan dişewitînin. Ji ber vê jî em her tim li ser doza xwe ne. Kesê ku îmana wî hebe hêj denga xwe bi kar neanî dê bizivire û dê Şirnexê, Cizîrê, Nisêbînê, Sûrê, Silopiyan û Geverê binêre û denga xwe bi kar bîne û li hemberî vê talankirinê bêjin "Na." Banga me ji Kurdistaniyan ew e ku xwe li her qadê rêxistin bikin û bêjin êdî "Na" bes e ev zilm û zor ."

'EM YEK AL, YEK ZIMAN, YEK MILET QEBÛL NAKIN'

Nesîbe Çagirga (58) jî got ku ew yek ziman, yek al û yek milet naxwazin û wiha axivî: "Em dixwazin li her welatî aştî û aramî hebe. Em hevalên çêkirinê ne. Lê her ku em dibêjin werin hûn xwişk û birayên me ne, werin em ê bi hev re bijîn ew bi tang û topan bersiva me didin. Em jî dibêjin em kurd in û em xwedî maf in "Na."

Jina bi navê Zeycan Taşkin ku di qedexeyê de hevjînê wê Cabbar Taşkin jiyana xwe ji dest danû destnîşan kir ku piştî ew qas kesên ku hatîn kuştin û girtin ew naxwazin Erdogan bibe serokê Tirkiye û wiha got: "Divê hemû kes li hemberî vê xala ku li meclîsê de derbasbûyî derkeve û maf û îradeya xwe bikarbîne û bêje NA ez naxwazim kesek bibe serokê min û her tiştî li ser min biceribîne."