AMED - Wekîla Serokê Meclîsê û Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan têkildarî referanduma ku dê bêjin “Na” diyar kir ku pêdivîya Tirkiyê bi rejîma yek zilamî tune bi Komarek Demokratîk heye û wiha got: "Ji bo vê yekê tekoşîn divê. Rêxistinkirina 'Na' dê serkeftinek mezin bîne.”
KCD, HDK, TJA, DBP û HDP li Amedê starta xebatên ji bo referandûma Qanûna Bingehin ku bêjin “Na” da. Kampanya bi “Em bi ruhê Newrozê ji bo demokrasiyê li ber xwe bidin û bi 'Na' ji dîktatoriyê re bêjin 'na'. ” da destpêkirin. Wekîla Serokê Mecîsa Tirkiye (TBMM) Pervîn Buldan têkildarî xebatên “Na” û referandûmê ji dîhaberê re axivî. Buldan diyar kir ku dê ew li dijî dîktatriya yek zilam bi gel re mal bi mal bigerin û "na" bi rêxistin bikin.
‘AKP û MHP ÎTÎFAQÊK QIRÊJ AVA KIRIN E’
Buldan anî ziman beriya pêvajoya referandûmê AKP û MHP’ê tifaqek qirêj ava kiriye û wiha got: “Bi tifaqê diwazin li dijî kurdan komkujiyên nû amade bikin. APK li şûna ku bi aliyên demokrasî û azadîxwaz re tifaqê çêbike, bi MHP’ê re tifaqek faşîst a qirêj û dijkurd avakirin. Em di pêvajoyek ku AKP û MHP’ê hevkarî ava kiriye, di referandûmek girîng de derbas dibin. Ev demek dirêj e Qanûna Bingehîn a 12’ê Îlonê ya Kenan Evren hebû. Qanûna Bingehîn ro diguherînin ji ya Kenan Evren pir ne cudatir e. Ev Qanûna Bingehîn bêtir nijadperest û faşîst e. Em ne mecbur in ku vê destûra faşîst erê bikin. Kes nikare bi darê zorê û mecburî me bide qebûlkirin.”
‘HDP’IYEK TEHLIYE DIBE, 2 HDP’Î TÊN GIRTIN’
Buldan destnîşan kir ku hêj referandûm li holê nîne pêvajoyek dijwar xistine dewrê û dê pêvajoya pêşiya wan an go pêvajoya referandûmê bêtir dijwar derbas bibe û wiha axivî: “Hevserokên me yên dengê 6 milyon deng girtin û parlementerên me girtin û xwestin pêvajoyek wisa deynin pêşiya me. Beriya em bikevin referandûmê bi tahliyekirina perlementerek û girtina du parlementeran dixwazin ji bo pêvajoya pêşerojê peyamek bidin me. AKP bi polîtîkaya xwe ya xedar hemû mafê gel ên kolanan asteng dike û bi awayî dixwaze xebatên me asteng bike. Kurdan di her serdemê de girîngî daye sindoqan. Kurdan bedelên herî giran da. Li gel van hemû pêkanînan jî di her hilbijartinê de kurd serkeftî derketin. Dê hilbijartina vê referandûmê de jî kurd dê xwedî li vîna xwe derbekivin. Hemû beşên civakê ku rastî hemû pêkanînên û komkujiyan tên hene. Wê herkes bê cem hev û bêje ‘Na.’ Wê gel ji hêza AKP’ê ya faşîst re bêje bes e û dê na bi ser bikeve.”
‘KURD GELEK QONAX Û DEMÊN DIJWAR DERBAS KIRIN’
Buldan da zanîn ku ev bû 14 sale hemû netew û baweriyên li Tirkiyê rastî polîtîkayên xerab ên AKP’ê tên û wiha domand: “Em ê bi moral û kedek mezin li qada dengê xwe bilind bikin. Kurd di gelek qonax û demên dijwar de derbas bûn, lê tu carî serî netewandin û ji rêgezên xwe tawiz nedan e. Wê kurd di vê serdemê de jî dev ji nirxên xwe bernedin û wê helwesta xwe deynin holê. Heke em kampanya xwe bi rêxistin bikin û bi awayek rêk û pêk pêk bînin em ê carek di bi serbikevin û wê serkeftinek mezin dê qezenç bike.”
'QANÛNA BINGEHÎN DIVÊ DEMOKRATÎK Û AZADÎYÊ BIPAREZE'
Buldan bal kişand ser peyamên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ên Komara Demokratîk û wiha got: “Em rejîma yek zilamî red dikin. Ji ber vê yekê jî Komara Demokratîk û destûra demokratîk bi rêxistin dikin. Hewcehî bi makeqanûn û komarek wekhev, azad û demokrasi heye. Modela komara demokratîk û makeqanûna demokratîk jî daxwaza sereke ya Birêz Ocalan e. Em ê israra komara demokratîk û welatek wekhev bidomînin. Tekane rêya me mezinkirina têkoşînê ye. Bi rêxistinkirina na dê bibe wesîla serkeftin û destkeftiyên mezin.”
‘DAYIKA TAYBET WATEYA ‘NA’ NÎŞAN DIDE’
Buldan da zanin ew dê di pêvajoya referandumê de mal bi mal wateya ‘Na’ ji gel re vebêjin û axaftina wiha domand: “Politikayên AKP’ê domandina xwînê ye. Dive gel bizane serkeftina AKP’ê hatina felaketê ye. Gelê kurd baş dizanin wateya ‘Na’ çiye. Êrişên dû salên dawî, cenazeya dayika Taybet ku rojan kolanê de mayî wateya ‘Na’ baş nîşan dide. Kurd dizane li Cizîr, Gever, Sûr û Nisêbîn çi qewimî. Em wekî heya niha bi gel re ne. Em ê tekoşîna ‘Na’ bi gel re bilind bikin.”
‘HER KESAYETEK PARLEMENTEREK’
Buldan anî ziman li gel êrîş û zordestiyan dê xebatên ‘Na’ bidin meşandin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Em ew sekna AKP’ê qebûl nakin. Dive xwe sererast bike. Ji ber vê yekê her kesayetek hevserokê giştî ye, parlementere. Meşa me ya li ser vê riyê dê bidome. Tû caran paş de gav navêjin.”
Ozgur Paksoy / Azîz Oruç - dîhaber