‘Êzidî û Elewî dê li dijî polîtîkayên qirkirinê bêjin Na’

AMED - Parlamentere Elewî yê HDP’ê Alîcan Onlu û parlamenterê Êzidî Alî Atalay, diyar kirin ku dê Êzidî û Elewî di referanduma qanûna bingehîn de bi awayekî xurt bêjin “Na”.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar dan ku dê di referandumê de ji guhertinên qanûna bingehîn re bêjin “Na”. Derbarê biryarê de Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu û Parlamenterê Mêrdînê Alî Atalan axivî û dan zanîn ku dê Êzidî û Elewî bi awayekî xurt bêjin “Na”.

Onlu, diyar kir ku ji bo gubhertinên qanûna bingehîn AK Partî bi MHP’ê û Ergenekonan re bûn yek û şeê ku ev saleke didoma dane destpêkirin. Onlu, bi lêv kir ku ev şerê heyî mirovan qetil dike, bajaran xirab dike û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariyan kirin, parlamenterên ku gel hilbijartine hatin girtin. AKP 15 sale heman polîtîkayê pêk tîne. Lê ji salekê zêdetire şer bi şîdettir dimeşîne. aKP-Qesr ji qirkirina dikin re dixwazin qilifekê çêbikin. Dixwazin bi qanûna bingehîn qetlîamên wan kirine veşêrin. Ji ber vê yeke dixwazin zû qanûna bingehîn biguherin. Dê hemû dijminên kurdan kom bibin û di referandumê de bêjin erê. Di vê guhertinên qanûna bingehîn de li ser dijminatiya kurdan yeketiyek ava dibe. Di referandumê de kurd dê li dijî zilma li wan hatiye kirin bêjin ‘NA’. Niha em jî dibêjin ‘NA’ CHP jî dibêje ‘NA’. Em pergala ku 80 sale didome û pergala netewperest qebûl nakin. Nji ber wê nasnameya ku HDP hildigire pir girînge. Em partiyeke ku reng û dengen cuda din ava xwe de dihewînin. Ji ber wê em qanûna bingehîn a ku hemû kes û bawerî xwe têde dibinin dixwazin.”

‘DE ELEWÎ BÊJIN NA’

Onlu, destnîşan kir ku referandum ji bo hemû gelan gelek girînge û wiha pêde çû: “Lê divê ji bo Elewiyan wateya wê hîn girîngtir be. Hemû kes dizane ku zîhniyeta AKP-Qesr Muaviye Yezîde. Divê elewî div ê referandumê de du caran bihizirin. Elewî dê ji zîhniyeta ku baweriya wan red dike û êrîşî navenda baweriya wan dike re bêje ‘NA’.”

‘ARMANCA BINÇAVKRIRIN Û GIRTINANA ASTENGKIRINA XEBATANE’

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan ku xwedî nasnameya Êzidî ye, bi lêv kir ku operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî partiya wan ji aliyê hikûmetê ve ji bo astengkirina xebatên referandumê ne û wiha doman: “Dizwazin bi operasyonan li pêşiya kampanyaya me ya ‘Na’ bibin asteng û dixwazin din ava civakê de tirsê ava bikin. Ger di referandumê de ‘Erê’ derkeve, dê hikûmt li herêmê polîtîkayên xwe yên şer bidomîne. Bi şerê tê meşandin li dijî gelê kurd polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Bi pergala ku dixwazin bînin re armanc dikin ku planên qirkirinê bi leztir bixin meriyete. Dixwazin pergalek ku kesek bikare bibe asteng ji wan re ava bikin.”

‘DIVÊ ÊZIDÎ JI POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ RE BÊJE NA’

Atalan, da xuyakirin ku bi guhertinên qanûna bingehîn a ku dixwazin bi referandumê bînin dixwazin gelê kurd û gelên din tune bikin û wiha axivî: “Ji ber vê divê hemû gel bi dengek xurt bêjin ‘NA’ û denge xwe bilind bikin. Divê hemû gel beşdarî kampayaya ku hatiye despêkirin bibin. Divê em li dijî rejîma faşist û dîktator rawestin. Gelê Êzidî ji aliyê hikûmet û Wezareta Karên Diyanetê be nayê qebûlkirin. Îro li Tirkiyeyê nasname, hebûn û civaka Êzidî nayê qebûlkirin. Ger di referandumê de ‘Erê’ derkeve û hikûmeta AKP’ê qezenc bike dê ferman û qirkirinên li ser civaka Êzidî bidomin. Ji ber ku îro li Rojhilata Navîn her kes dizane kî şirîkî zihniyet û AKP’ê ye. Hikûmeta AKP’ê li dijî gel, bawerî û aliyên din polîtîkayên dijber pêşdixe. Ji ber wê pergala ku dê bi referandumê re bê dê bi xwe re felaketan bîne. Ez li bang Êzidiyên li welat û derveyî welat dikim ku tevlî kampanyaya ‘NA’ bibin.”