STENBOL- Pêşnûmeya ku cezayên kesên sûcên îstismara zayendî kirine taloq dike di civakê de bû sedema înfialê, li gorî daneyên TUÎK'ê jî di 10 salên dawî de 482 hezar û 908 zarokên keç bi zorê hatin zewicandin.
Li çar aliyên Tirkiyeyê li dijî pêşnûmeya ku ji bo taloqkirina cezayên kesên sûcên îstismara zayendî kirine nerazîbûn didomin. Di vî mijarê de nîqaş didomin, li aliyê din li gorî daneyê Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di 10 salên dawî de 482 hezar û 908 zarokên keç bi zorê hatine zewicandin.
Li gorî Wezareta Dadê hejmara dozên ku têkîldarî îsitismara zayendî hatine vekirin di 10 salên dawî de sê qatî zêdetir bû.
Hin daneyên ku karneya mafên zarokan nîşan dide ev in: Di 2015'an de 31 hezar û 337 zarokên keç û hezar û 483 zarokên kur bi zorê hatin zewicandin.
Di 2015'an de zarokên ku temenê wan di 15-17 salî ne yên zarok anîne 17 hezar û 789 hezar in, hejmara yên ku temenê wan di bin 15 salî de ne jî 244 in.
Di 10 salên dawî de 482 hezar 908 zarokên keç bi zorê hatin zewicandin. Di 2010-2015'an de zarokên keç ên bi zorê hatin zewicandin jî 232 hezar û 313 zarok in.