Ji bo bê girtin di 'Pêvajoya çareseriyê' de amadekarî hatiye kirin

AMED - Di doza ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatiye vekirin de Demîrtaş hem rêveberê KCK'ê hem jî rêveberê KCD'ê tê nîşandan. Derket holê ku der barê Demîrtaş ê ku telefonên wî hatiye guhdarkirin de dema ku "Pêvajoya çareseriyê" berdewam dikir lêpirsin hatiye destpêkirin.

Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê 4'ê mijdarê hat girtin hat amedekirin ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku ji 501 rûpelan pêk tê û dispêre 31 fezlekeyan de 31 çalakiyên ku di navbera 2012-2016'an de Demîrtaş beşdar bûye, bi îdiaya "avakirin û rêvebirina rêxistinê" 15 caran "propagandaya rêxistinê kiriye" 3 caran "tevlî çalakiyên neqaqûnî yên wekî civîn, meş û xwepêşandanan bûye" 2 caran "gel texrîkî kîn û nifrînê kiriye" 4 caran "pesnê sûc û sûcdar kiriye" "ji bo sûc teşwîq kiriye", "ji bo ku gel li dijî qanûnan derkeve texrîk kiriye" ji 43 salan heta 142 salan ceza tê xwestin. Di îdianameyê de beşek mezin ji bo dîroka PKK, KCK, KCD'ê hatiye veqetandin, daxuyaniyên rêveberên KCK'ê, nirxandina bûyerên Kobanê heye.

DEMÎRTAŞ HEM RÊVEBERÊ KCK HEM JÎ RÊVEBERÊ KCD'Ê TÊ NÎŞANDAN

Di îdianameyê de çalakiyên partiya siyasî yên wekî daxuyaniyên çapemeniyê, meş, civînên çapemeniyê ku Demîrtaş di 2007-2016'an de beşdar bûye di bin 4 sernavan de hatine komkirin. Di îdianameye de çalakiyên ku Demîrtaş beşdar bûye "Di nava rêxistinbûna KCK/TM'de Rêveberê Navenda Qada Siyasî rêveberê rêxistinê" "Di Kongreya Civak Demokratîk (KCD) de rêveber" "daxuyaniyên MYK'ê HDP'ê ya beriya bûyerên Kobanê û piştre" wekî " çalakiyên rêxistinê wekî rewa nîşandan u tevlibûna wan" hatine nîşandan. Di îdianameyê de tê gotin ku 19 dozên "propagandaya rêxistinê" yên der barê Demîrtaş de di demên cuda de hatine vekirin hatine taloqkirin, piştî ku destnadayîna Demîrtaş hatiye rakirin lêpirsînên ku têkîldarî 31 fezlekeyan hatiye destpêkirin bi hevre wekî sûc hatiye dîtin.

LIGEL DESTNEDAYÎNÊ HATIYE GUHDARKIRIN

Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 2012'an de têkîldarî rola wî ya "Di nava KCK/TM'ê de" tê bi bîrxistin û tê gotin ku Demîrtaş balafirgeha Esenboga ya Enqereyê, balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê, Deriyê Sînor ê Kapikule yê Edîrneyê di dîrokên cuda de derketiye derveyî welat, îfadeyên şahidên nepen, ligel ku destnedayîna wî heye jî telefonên wî hatine guhdarkirin ev yek ji bo "rêveberiya rêxistinê" delîl hatine nîşandan. Ligel ku Demîrtaş wê demê parlamenter e û destnedayîna wî heye jî balkêş e telefonên wî hatine guhdarkirin. Di îdianameyê de ji 14'ê Nîsana 2009'an heta adara 2010'an di bin navê "KCK'ê" de 93 operasyon hatine kirin û hezar û 94 kes hatine binçavkirin û ji wan 625 kes hatine girtin.

DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE HATIYE DESTPÊKIRIN

Di îdianameyê de tê gotin ku "KCD di bin banê rêxistinbûna KCK'ê de rêxistinbûnekî armanca wî avakirina Kurdistana Serbixwe ya Yek" û di vî çarçoveyê de rêxistinbûnê dike û xebatan dide meşandin. Di îdianameyê de tê gotin ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkîldarî KCD'ê di 2010'an de lêpirsîn hatiye destpêkirin, bi Demîrtaş re der barê parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan, Leyla Zana, Altan Tan û Îdrîs Baluken de ji ber ku di nava KCD'ê xebat meşandine di 2014'an de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di 2016'an de fezleke hatiye amadekirin.

Di çarçoveya "Pêvajoya çareseriyê" de di heyata ku ji 5 kesan pêk dihat û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dikir de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî hebû. Ligel ku destnedayîna wan heye jî Demîrtaş û 4 parlamenter di civînên KCD'ê yên di 14'ê Tîrmeha 2011 û 12'ê tîrmena 2014'an de axaftinên ku kirine i biryara dadgehê ve hatine guhdarkirin, hatine qeydkirin. Ev yek jî di îdianameyê de cih digire. Di îdianameyê de tê gotin ku navê Demîrtaş di 48 civînên ku li avahiya KCD'ê hatine lidarxistin de derbas dibe.

GOTINA DEMÎRTAŞ A 'DIVÊ TIRKIYE PYD'Ê BIGIRE CEM XWE' WEKÎ DELÎLÊ SÛC HATE DÎTIN

Di îdianameya ku beşdarbûna Demîrtaş a cenazeyên PKK'iyan sûc hatine dîtin de axaftina Demîrtaş a b ajokarê ambulansê yê bi navê Kazim K. ê welatiyekî birîndar ji Geverê biriye nexweşxaneya bajarekî din jî wekî xebatê "KCK/TM" hatiye dîtin. Di îdianameyê de Demîrtaşê ku di pêvajoya çareseriyê de bi agahiya dewletê çûye Qendîlê, li vir bi rêveberên KCK'ê re wêne kişandin, der barê vî wêneyê de kesekî li BÎMER'ê gilî kiriye û doz hatiye vekirin, ev yek jî wekî "bi awayekî nîşan didin ku piştevanên rêxistinê ne tevgeriyane bi vî rengî propagandaya rêxistinê kirine". Di îdianameyê de der barê Sirri Sureyya Onder û Altan tan de jî tê bibîrxistin ku lêpirsîn berdewam dike.

Dozger parast ku Demîrtaş di roportaja 19'ê Sibata 2016’an d8e dabû ÎMC TV û gotibû: “Divê Tirkiye ligel PYD’ê cih bigire" û gotinên wî yên der barê qedexeya derketina kolanan a “şer û felaket” betir rêbazên terorê pêş dixe. Dozger îdîa kir ku Demirtaş di Newroza 2016'an Amedê de gotibû "Bi hezar caran îsyana me pîroz be" u “Berxwedan" piştgirî daye rêveberiyên xweser û aşkere piştgiriya bi Ocalan re anîye ziman.

‘BI NÎŞANA SERKEFTINÊ PROPAGANDA RÊXISTINÊ KIRIYE'

Dozger parast ku Demirtaş di 4'ê Adara 2016’an de li Parka Sumerê di Nimêja Sivîl a Înê de ji bo PKK’iyan got “gerilla” pesnê wan daye û wiha parast: "Demirtaş di dîrokên cuda de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotinên “..Rêberê Gelê Kurd ... Ji rêberê gel re Rêberê Gel tê gotin...", “7 mehin işkenceya we li ser Rêberê Gel pêk anî em qebûl nekir û em qebûl nakin." û xwestine her kes li Ocalan xwedî derkevin. Demirtaş di Newroza 2012'an a li Amedê hat qedexekirin de dema ciwanek xwest derkeve ser otobusê got 'Ez dizanim ciwan evîndarê bilindahiyê ne' û derketina ciwanan a çiyê şêrin kiriye.
Li ser otobusa BDP'ê ya hilbijartinê bi tarza propaganda rêxistinê nîşaneya serkeftinêkiriye. Bi vî rengî suc kiriye. Di texaba 2015'an de li ser fermana rêxistina KCK'ê li herêmê xweseriyên demokratîk hatin îlankirin. Demirtaş di 27-28'ê Kanûna 2015'an de di Kongreya Awarte ya KCD'ê de der barê xweseriya demokratîk de axivî. Leş û polîsên beşdarî operasyonê bûn, wekî dagirkerê dewletê bi nav kir û bang li gel kir ku di ber xwe bidin."

FATURAYA KOBANE XISTIN STUYÊ ENDAMÊN MYK'A HDP'Ê '

Dozger di îddîanameye de bangên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê yên der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê jî wekî “Gel teşwîkî êrîşa çekdarî û serhildanê kiriye" penase kir û wiha parast: "Demirtaş û Figen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê Ayhan Bilgen, Meral Daniş Beştaş, Gulser Yildirim, Altan Tan, Huda Kaya lêpirsîn hat destpêkirin. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Polisan di 6-8'ê Cotmehê de di bûyerên li 36 bajaran pêk hat de 2 polis, 43 sivîl û 5 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. 331 polis, 438 welatiyên sivîl, û 3 endamên PKK'ê birîndar bûn. Di bûyeran de 4 hezar û 291 şikdar hatin binçavkirin. Ji wan hezar û 105 kes hatin girtin. Di bûyerê de 737 maşîneyên polisan û hezar û 144 maşîneyên sivîlan, bi giştî hezar û 881 maşîneyêan zerar dît. 27 avahiyên Qeymeqamiyê, 52 midûriyetên polîsan, 283 dibisbtan, 12 şaredarî û 2 hezar û 111 avahiyên din bi giştî 2 hezar û 558 avahiyan zerar dît.

‘ÇALAKIYÊN BEŞDAR BÛNE WEKÎ XEBATÊN PARTIYÊN SIYASÎ NAYÊN DÎTIN'

Dozger, biryarên Dadgeha bilind, Dadgeha Qanuna Bingehin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ya der barê partiyên siyasî û azadiya rêxistinbûnê de bibîr xist û wiha parast: “KCD'ê hem di rêya bîrdoziya sazumankarê PKK'ê de tev geriyane, hem jî li çalakiya rêxistina çekdarî xwedi derketiye. Ev ziman parastina rêxistinê dike û sûc kiriye. Demirtaş li ser bangê PKK'ê li Xerpêt, Amed, Êlih, Çewlîk, Wan, Şirnex û Mêrdînê beşdari meş û daxuyaniyan bûye. Li gel ku ji bo îfadeye li gorî usulê bang li wî hatye kirin nehatiye îfade nedaey. Demîrtaş di 4'ê Mijdarê de hatiye binçavkirin û sucdariyên der barnê xwe de qebûl nekiriye."

Denîz Tekîn - dîhaber