WAN - Belavkarê Rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Hasan Duman 11 rojin di bin çavan de ye. Hat fêrbûn ku polîsan bi zorê xwestiye abone der barê Hasan de girteka "Hasan bi zorê ez kirim abone' îmze bike.
Belavkarê rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî Hasan Duman ê di 21'ê Çile de li Wanê hat binçavkirin hêj di bin çavan de ye. Li bendê ye ku îro Hasan Duman sewqî dozgeriye bikin. Hat fêrbûn ku polîsan ji aboneyan xwestiye ku bi zorê girteka “Bi zorê ez kirim abone" îmze bikin. Hat zanîn ku der barê dosyaya Duman de biryara dizî hatiye dayîn. Duman ku li midûriyeta polîsan tê girtin, mafê xwe yê bêdengiyê bikar anîye û diyar kiriye ku dê li gel parêzeran li dozgeriyê bide.
HAT ZANÎN KU XWESTIYE ABONE BI ZORÊ ÎMZE BIKE
Hat fêrbûn ku polîsan bang li aboneyekî rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasi kiriye û xwestiye li ser Hasan Duman îfadeya "Bi zorê ez kirim abone" bide. Abene, anî ziman ku polîsan bang li wan kiriye û xwestiye li dijî Hasan îfade bidin.