WAN - Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur, diyar kir ku bi OHAL’ê re bendbendîbûna civakê derxistina asta herî jor û wiha got: “Di şertên OHAL’ê de pêkanîna referandumê dê pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.”
Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur pêvajoya referandumê ya di şert û mercên OHAL’ê de dane destpêkirin nirxand û diyar kir ku bi OHAL’ê re bendbendîbûna civakê derxistina asta herî jor û div an şertan de pêkanîna referandumê dê pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.
‘BENDBENDÎBÛN DI ASTA HERÎ JOR DE YE’
Tîmur, da zanîn ku qanûnên bingehîn hevpeymanên civakê ne û wiha got: “Divê bi aliyê hemû civakê re lihevkirinek pêk bê, lê dema em li naveroka vê referandumê dinêrin, dibin ku cudahiya di navbera civakan de derdixîne pêş û bendbendîbûnê ava dike. Ji ber vê yeke di naveroka vê referandumê de divê wekî peymana civakî neyê nirxandin. Ji ber qanûnên bingehîn hevpeymanên civakî ne, di guhertinên qanûna bingehîn de ya herî girîng fikir û xwe îfadekirina azade, divê qanûna bingehîn di şertên ku hemû kes bikaribin bi azad fikrên xwe bînin ziman de bê guhertin. Lê şertên ku mirov bikaribin nêrînên xwe bînin ziman tune ye, li cihê ku cudahî dixin nava mirovan û bendbendî bûn gihiştiye asta herî jor guhertina qanûna bingehîn ji wateya xwe dur dikeve.”
‘BI CEZAKIRINÊ RE RÛ BI RÛ MAYÎN’
Tîmur, anî ziman ku kesên piştgiriyê nadin îktîdarê û wekî wan nafikirin bi gefên “cezakirin û durxistinê” re rû bi rû ne û wiha pêde çû: “Em di şertên OHAL’ê de diçin referandumê. Ji xwe di şertên OHAL’ê de meş, civîn û çalaki qedexe ne. Du mirov nikarin bên cem hev. Dê bandorên vê yên nebaş jî hebin. Kesên di bin gefan de deng bikartînin, dengdayîna referandumek bi tendirûst û nîqaşên parastina sindoqan ev hemû pirsgirêkin. Dê bi rê û rêveberiyek tendirûst pêvajoya referandumê ya niha pêk neye.”
‘WELAT DÊ BI RAYEYA KESEKÊ BÊ BIRÊVEBIRIN’
Tîmur, bal kişand ser tiştên ku dê di dema ji referandumê ‘Erê’ derbikeve biqewimin û wiha domand: “Dê bi pergala serokatiyê re welat bi desthilatdarî û rayeya kesekê bê birêvebirin. Ji xwe bi guhertinên di demên dawî de ji dadgehê bigire li hemû qadên siyasî îktîdarê bingeha xwe ava kir. Encama k udi hilbijartinan de li bajarên kurdan derketin de neye guhertin. Bi vê referandumê dê kurd jî tercîhekê danîn pêşiya wan. Yan dê tercîha, ligel hemû bêmafî, bêhiqûqiyên pergalê dê di rêvebirina pergalê de tercih bikin, an jî dê di avakirina wekheviya hemû welatiyan de tercîhê bikin. Dema em li pêkanînên paşerojê dinêrin, dema em li tevgera siyasî ya kurdan a li herêmê dinêrin dibinin ku hilbijartin bi awayekî vekirî xwe dide diyarkirin. Di vê demê de tercihek ku me çerçoveya wê diyarkiriye dê danin holê.”