Li Colemêrgê barîna berfê riyên gund û mezrayan girt

COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfê ya zêde riyên 5 gund û 25 mezrayan ji çûn û hatinê re hat girtin.

Li Colemêrgê ku 2 rojin bênavber berf dibare riya 30 gun û mezrayan ji hatin û çûnê re girt. Di encama xebatên ji aliyê Îdareya Taybet a Bajar ve hatin meşandin de riya gelek gund û mezrayan ji hatin û çûnê re hat vekirin û hêjî riya 5 gund û 25 mezrayan girtî ye. Ji bo vekirina riyan 25 makîneyên kar xebatên xwe bênavber didomînin.