Welatiyên Geverê: Qeyûmê alîkarî qut kir

COLEMÊRG - Gelê Geverê ku di şer de xaniyên wan ji aliyê leşker û polisan ve hatin hilweşandin diyar kirin ku pişti qayûm tayînî şaredariyê kirin û saziyên sivîl hatin girtin alikarî hatin qutkirin û xwestin pêşiya alikariyê bê vekirin.

Navçeya Gevera Colemêrga ku 79 rojan qedexeya derketina kolan hat îlankirin û leşker û polîsan di şer de bi hezaran xaniyê wan xera kirin, piştî qedexeya derketina derve bi qismî hat rakirin saziyên sivîl û şaredariyê destê alîkariyê dirêjî gel kirin. Piştî ku Komeleya Rojava û saziyên sivîl hat girtin û qayûm tayinî şaredariyê hat kirin alikarî hat qutktirin. Gelê Geverê yên ji ber alikarî hatiye sekinandin maxdûr bûne banga piştevaniyê kirin.

Hîkmet Akdogan a mala wê ya li taxa Orman ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye hilweşandin balkişand ser hilweşandinê û wiha axivî: "Mala ku me di şert û mercên zorde avakir hat hilweşandin. Me ji bo avakirina xaniyê xwe 25 hezar TL deyn kir. Me bi deyn mal ji nûve avakir. Em 9 kes li vir dijîn." Akdogan anî ziman ku piştî qedexeya derketina derve Komeleya Rojava, saziyên sivîl û Şaredariya Geverê alîkariyê daye wan lê piştî ku Komeleya Rojava û saziyên sivîl hat girtin û qayûm tayinî şaredariyê hat kirin alikarî li ser wan qut kirin. Akdogan wiha berdewakir: "Bila pêşiya alikariyan bê vekirin.Yên pêşiya alikariyan girtiye naxwaze ku rewşa gel baş bibe."

'QAYÛM TU ALÎKARÎ NEHIŞT'

Salîh Guneş ê ku mala wî ya li taxa Kişla bi sanaryoya Spikera Nûçe ya Starê Nazli Çelîk ve hat hilweşandin jî diyar kir ku li taxa wan tu şer tûnebû û wiha got: "Mal bi mal hatine hilweşandin. Mala me piştî bê hincet hat xerekirin, me ji nûve avakir. Nahêlin ku em mala xwe ji nû ve avabikin, her roj me tehdîd dikin. Dixwazin cara duyemîn mala me hilweşînin. Lê em tu caran nahêlin ku mala me xera bikin. Em di şert û mercên zor de dijîn. Ji ber qayûm û girtina saziyan alîkarî hatiye qutkirin. Ji xeynî alîkariya xwehbira tu alîkarî nahat kirin. Banga me li kurdên Ewropa û metrepolên Tirkiye yê ye bila piştgirî bidin gelê Gever."

'YÊN VÎNA ME NAS NAKİN ME JÎ NAS NAKIN'

Fatma Akdogan a mala wê ya li taxa Orman tevî alavan hat hilweşandin jî diyar kir ku wan li dijî xerakirina malê bertekên xwe anîn ziman lê mal dîsa hatiye xerakirin û wiha got: "Zarokên me ji bo mala xwe ji nûve ava bikin çûne li metrepolan dixebitin. Ji xwe dewlet tu alikarî nehişt. Naxwazin ku alîkarî ji me re were. Saziyên sivîl ên ku alîkarî didan me girtin û qayûm tayînî şaredariyê kirin. Piştî van tu alîkarî nehat. Ji xwe yên îradeya me nasnekirin me jî nasnakin û tu alîkariyê nadin me.