Der barê Ocalan û Ayhan ê HDP'î de biryara girtinê

RIHA - Der barê parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan de biryara girtinê hate derxistin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan beşdarî doza xwe ya li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê nebû. Parêzerên Ayhan beşdarî dozê bûn. Parêzeran parastin kirin. Dadgehê bi hinceta ku Ayhan li navnîşana xwe nehatiye dîtin û tevlî dozê nebûye biryara girtinê derxist.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî beşdarî doza xwe ya li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê nebû. Parêzerên Ocalan tevlî danişînê bûn. Heyetê bi heman hincetê der barê Ocalan de jî biryara girtinê derxist.