Îdîaya di binçavan de ‘îşkenceya giran’: Xwîn nasekine

MÊRSÎN - Hat îdîakirin ku 10 kesên li Midûryeta Polîsan a Mêrsînê ten ragirtin hatine îşkencekirin. Hat diyarkirin ku ji ber îşkenceyê laşê 9 kesan reş û şîn bûye û xwînbûna jinekê jî nasekine.

Li Mêrsînê 18’ê Çileyê di bin navê DHKP-C’yê de 10 endamên Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û Komeleya Gelan a Mêrsînê hatin binçavkirin û 14 rojin di bin çavan de ne. Li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Polîsan a Mêrsînê karê îfade girtina wan bi dawî û hêjî sewqî dadgehê ne hatine kirin. Hat ragihandin ku 10 kesên di binçavan de ne rastî îşkenceya giran hatine.

Parêzer Mehdî Zana Akkaya diyar kir ku şopên îşkenceyê li ser laşê 10 kesên di bin çavan de ne bi çavan tê dîtin û wiha pêde çû: “Polîsan sere mûwekîla min Seval Araci li erde xistine û çavek wê reş bûye. Rewşa fîzîkî ya muwekîla min nebaşe. Araci û hevalên wê di greva birçîbûnê de ne, şekir û xwê nadin wan û avê jî kêm didin wan. Ji ber îşkenceya Seval Araci dîtiye û di grevê de ye xwîn jê diçe. Dîsan di milên kesên dibin çavan de ne reşbûn heye. Di stû û çeneyên wan de şopên derpkirinê hene, îşeknce diyare û didome. Mûwekîla min got ku dema wan dibin nexweşxaneyê jî bi pûrê wan digirin wan li erde kaş dikin û wiha dibin.”

‘POLÎS Û DOKTOR LÊ XISTIN’

Parêzerê Haydar Yildirim û Dîlan Îzra yên di bin çavan de ne Riza Oguz îşekenceya di bin çavan de piştrast kir. Oguz diyar kir ku ji ber îşeknceya ku mûwekîlê wî pêre rû bi rû bûye doktor ne xwestiye bixe raporê, mûwekîlê wî ji doktor re gotiye; ‘gelo zarokên te tune ne’ ji ber vê gotina xwe rastî lêdana doktor hatiye û wiha got: “Mûwekîlê min ligel şîdeta polîsan rastî şîdeta doktor jî hatiye. Ji ber di dosyayê de biryara kêm agahî girtinê heye raporên nexweşxaneyê jî ne dane me. Em ê derbarê mijarê de bi malbatan re serlêdana sûc bikin.”