ÎZMÎR - Parezer Fatma Demîrer û Nergîz Tuba Aslan ên çûn girtîgehên Kiriklar F 1 û F 2 yên Buceyê diyar kirin ku gardiyanan li wan daye û JOH'ê gef li wan xwarine. Parêzeran diyar kirin ku dê der barê rayedaran de serlêdana suc bikin'
Parezer Fatma Demîrer û Nergiz Tuba Aslan ên çûn girtîgehên Tîpa F 1 û F 2 yên Kiriklar ên Bûcayê rastî astengiyan hatin û nekarîbûn bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Parêzeran diyar kirin ku ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdanê hatin û Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) bang li wan kiriye û gef li wan xwariye. Prz. Demîrer diyar kir ku di saetên nivro de çûn girtîgehê û xwestin bi muwekilê xwe yê girtî û hikumxwar re hevdîtin bikin û wiha got: "Bi hinceta li dervê saetên xebatê ye destûr nedan ku em bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Lê ji bo kesên girtî zagonek wisa tune ye."
'DOZGERAN BIRYAR GIRTIYE'
Demîrer, anî ziman biryarek bi vî rengî tune û wan xwest biryara astengkirinê bibînin û wiha got: "Biryar nîşanî me nedan. Rayedarên îdarê bi awayekî keyfî bi mere hevdîtin nekirin. Em piştre derbasî F2'an bûn. Me li wir jî heman pêkanîn dît. Li wir jî biryar nişanî me nedan. Gotin li ser daxwaza Dosgerê Komarê Okan Batu tedbîrek bi vî rengî hatiye girtin."
'DORA ME GIRTIN Û LI ME DAN'
Demîrer, da zanîn ku piştî saeta hevditinê dest pê kir vê carê astengiyên cuda derxistin û wiha berdewam kir: "Piştî saeta hevdîtinê me hewl da derbasî hundir bibin. Dema em di cîhaza X-Ray re derbas bûn gotin hûn nikarin bi saeta destan têkevin hundirê odeya hevdîtinê. Der barê vê yekê de biryar jî nîşanî me nedan. Der barê biryara 27'ê Kanûnê ya çavdêriyê de pêşkêşî me kirin. Xwestin pênûsên me jî desteser bikin. Me xwest ji bo saet û pênûsa me ya desteser kirine girtekê îmze bikin. Lê girtek negirtin. Dema me ev niqaş dikir 2'emîn Midûrê Girtîgehê hat cem me û çû. Pişti hevala me Nergiz bi saeta xwe derbasî hundir bûn, Midûrê yekemîn û duyemîn hatin. Gardiyanan dora me pêça. Midûr got "Ez girtek jî nagirim û destûr nadin hevdîtina te ya bi muwekilê te re. Dema Nergis ji bo hevdîtinê çû odeye hevditinê gardiyanekî milê xwe li wê xist û li wê da.
MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ QEYDA PARÊZER BETAL KIRIYE
Demirer, da zanîn ku dema wê jî xwest derbasi hundir bibe midûr diyar kiriye ku qeyda wê ya girtîgehê tune û wiha got: "Dema min dît tundiyê li ser Nergîz dikin min xwest derbasî hundir bibim. Her her dem diçim wê girtîgehê. Qeyda min jî heye. Lê midûr qeyda min jê biriye. Gardiyanan got teqez fermana midûr heye ku em qeyda parêzer çênekin. Ez bi qasî 1.5 saetan rawestiyam. Cendirmeyên bi çek hatin û gotin "Hûn nikarin li vir rawestin. Ev ne zagonî ye. Dema em ji F1 derketin Rêveberiya Girtîgehê bang li tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) kir. Dema em derbasi F2 bûn JOH bi maşîneyê ket pêşiya me. 3 timên JOH ji me pirsa "Hûn parêzer in?" pirsîn. Dema me got em parêzerin gef li me xwarin.
DÊ SERLÊDANA SUC BIKIN
Demirer, da zanîn ku hemû kesên diçin girtîgehê di kontrola GBT re derbas dikin û wiha got: "Hemû pêkanînên li girtigehê li dijî hiqûqê ye. Em dê mafên xwe yên hiqûqî û zagonî bikar binin. Em dê serledana suc bikin.
RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDAN
Rayedarên Girtîgeha Kiriklar jî têkildarî mijarê agahî nedan.