Hayir TV rêgezên weşanê diyar kir

STENBOL - Hayir TV a ku di referandumê de ji bo dengên kesên li dijî derew û sansurê li ber xwe didin ragihîne rêgezên xwe yên weşanê diyar kir.

Hayir TV a ku di referandumê de ji bo dengên kesên li dijî derew û sansurê li ber xwe didin ragihîne civîna xwe ya yekem li Salona Civînê ya Cezayîrê ya Beyogluyê pêk anî. Di çarçoveya axaftin û pêşniyarên di civînê de Hayir TV rêgezên xwe yên weşanê diyar kir.

Hayir TV rêgezên xwe wiha rêz kir:

* Hayir TV kanalekî çapemeniyê ya alternatîf a di pêvajoya referandûmê la ku qedera 80 milyon kesan ji kesekî re bê hiştin yan na bê dengdayîn de beşên civakê yên ku mafên wan ên ragihandinê bi sansur û dezenformasyonê ve tê astengkirin û qutkirin dê bibe çav, guh û deng e.

* Hayir TV dê xeta weşanê ya bibe denê hemû welat, li beramberî ji sedê 50, ji sedî 50 na li dijî berjewendiyê Qesrê berjewendiyên hemû Tirkiyeyê bimeşîne.

* Hayir Tv ji aliyê ve dibe bila be, ji kîjan aliyê be bila be dê cih nede naverokekî cuda dike, biçûk dixe.

* Hayir TV dê ji bo referandumê berhevkirinên taybet, nûçe, hevpeyvîn, klîp, weşanên zindî, vîdeoyên têkîldarî referandumê û jibilî vê jî bêyî derkeve derveyî rêgezên xwe yên weşanê dê cih bide naverokên temaşevan û yên ku wan dişopînin jî û kampanyayên "Na" yên ku ji aliyê derûdorên cuda ve tê meşandin ragihîne û di çarçoveya van kampanyayan de dê naverokên wan parve bike.

* Di vî pêvajoyê de bi temaşevan û kesên ku kampanyayên "Na" didin meşandin ve têkîliyekî wekhev bê danîn.

* Hayir TV, tu caran nakeve têkîliyên reklam, fon an jî fînansmanên fermî, bi temam bi keda dildar û piştevaniyê karê xwe dimeşîne.