Ragihandina telefonê li Mêrdîn û Şirnexê qut kirin

ŞIRNEX/MÊRDÎN - Piştî li dijî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredarên Artukluyê operasyon pêk hat û hevşaredar hatin binçavkirin, li Şirnex û Mêrdînê xetên telefonê hatin qutkirin.

Li Mêrdînê piştî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarên Artukluyê Emîn Irmak û Leyla Sevinç hatin binçavkirin xetên telefonê hatin qutkirin. Li Şirnex, Mêrdîn û navçeyên herdu başaran xetên telefonê hatin qutkirin û di xeta înternetê de jî dem dem pirsgirêk derdikevin.

DI 11'Ê ÎLONÊ DE ÎNTERNET HATIBÛN QUTKIRIN

Di 11'ê Îlonê de dema Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî 24 Şaredarên DBP'ê kiribûn û dîsa di 5'ê Mijdarê de dema Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatibun binçavkirin înternet hefteyekî hatibû qutkirin. Niha jî piştî operasyona li dijî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredarê Artukluyê pêk hat Dîsa xetên înternet û telefonê hatin qutkirin.