Polîsê nexwest bêdermankirin hewl da xwe bikuje

STENBOL - Polîsekê ku li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cerrahpaşa ya Stenbolê tedawî didît, hewl da xwe bikuje.

Polîsekê ku li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cerrahpaşa ya Stenbolê tedawî didît, xwe li odeyekê kilît kir û hewl da ku xwe bikuje. Polîsê ku nexwest ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê rayê xwest bi çeka xwe ve xwe bikuje. Polîsê ku hewl da xwe bikuje ji aliyê hevalên xwe ve hate îqnakirin.

Têkîldarî bûyerê Serbijîşkê Nexweşxaneya Cerrahpaşayê Doç. Dr Zekaî Kutlubay wiha got: "Hevalekî me yê polîs di beşa psîkîyatriyê de tê muayeneyê. Hevalê me yê bijîşk ji ber ku rewşa wî baş nabîne dixwaze li nexweşxaneyê razîne lê polîs qebûl nake. Di vê naberê de çeka xwe dibe serê xwe û hewl dide xwe bikuje. Di vî navberê de hemû hevalên bijîşk ji odeyê derdikevin. Dîlgirtin tuneye. di meha tebaxê de me rapora nikare çek hilgire dabû. Ji ber vê yekê çeka wî jê girtine. Çek a wî nîne lê çi heyf e çeka wî heye."