Hevparên Edene Dibêje Na: Ji bo pêşerojekî hevpar em ê bibêjin 'Na'

EDENE - Hevparên Edene Dibêje Na diyar kirin ku rejîma ku tê xwestin rejîma yek zilam e ji ber vê yekê jî ew ê ji bo aştî û pêşerojekî hevpar bibêjin "Na".

Li Edeneyê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û odeyan yên li dijî sîstema serokdewletiyê bi navê "Hevparên Edene Dibêje Na" hatin cem hev li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de Yaşar Gokoglu axivî û diyar kir ku qanûnê bingehîn ên ku heta niha hatine çêkirin ji ber ku li ser esasê lihevkirina civakî nebûne emrê wan dirêj nebûye.

Gokoglu destnîşan kir ku di dîroka demokrasiyê de wateya qanûna bingehîn sînorkirina raye û kêfîbûnên îxtidaran e û diyarkirina maf û azadiyên welatiyan e, di feraseta demokrasiya hemdem de jî bicihanîna mafê gotin û biryarê ya welatiyan tê hedefkirin. Okoglu anî ziman ku rejîma tê xwestin rejîma yek zilam e û wiha axivî: "Em ji kesên ku dixwazin rêveberiya yek zilamî bînin dibêjin ku, em qanûna bingehîn a ku generalan a 12'ê îlonê kirine bela serê me xilas bibin û li ser esasê lihevkirina civakî û azadîxwaz dixwezin. Di referandumê de em ê çime bibêjin na, qanûna bingehîn a çawa dixwazin, Tirkiyeyekî çawa dixwazin ji niha ve ji hevre vedibêjin. Em bi bîryar in ku li Edeneyê deriyekî lê nedin, kolenekî nekevin nahêlin. Em dixwazin welatê me paş ve na, bila pêşve biçe û em ê di vê de bi ker kevin. OHAL, atmosfera tirsê, astengiyên ku tên derxistin vala ne. Em ê hemûyan derbas bikin. Em ê hem bibêjin na hem jî encamên sandoqan ji bo ku baş bên aşkerakirin kontrol bikin. Ji bo pêşerojekî hevpar, aştî, biratî, beşdar, demokrasî, kêfxweşî, ji bo Tirkiyeyekî azad û ronî dibêjin 'Na' û em ê bi ser kevin.