AMED - Ji bo kedkar û mamosteyê çapemeniya kurd Mahmut Onder li Amedê serdanên sersaxiyê tê qebûlkirin.
Ji bo kedkar û mamosteyê çapemeniya kurd Rojnameger Mahmut Onder ê ku duh li paytexta Danîmarka Kopenhagê ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest da, li bajarê wî Amedê ji aliyê malbat û hevalên wî ve serdanên sersaxiyê destpê kir. Serdanên sersaxiyê li Mala Şînê ya gundê Şaklat a li taxa Huzurevleriya Peyasa Amedê tên qebûlkirin. Li Mala Şînê wêneyên Onder hatin daliqandin û bi sedan welatî tên serdanên sersaxiyê û ji malbata Onder re sersaxiyê dixwazin. Gelek kes jî bi riya têlefonê ji bo Onder peyamên xwe sersaxiyê dişînin.
‘EW TÊKOŞEREK Û KEDKAREK MEZIN BÛ’
Birayê mezin ê Onder, Mizrap Onder di serdanên sersaxiyê de axivî û wiha got: “Mahmut li seranserî jiyana xwe her tim têkoşînek bêhempa da meşandin. Em bi vê yekê gelek bextewar û serbilind in. Ji ber ku wî di ber gelê kurd de têkoşîn kir em kêfxweş û serfiraz in. Ew xwedî kedek bêhempa bû. Xwe ji bo gelê xwe da fedakirin. Bila serê gelê me sax be. Ji ber ku ev bû 37 sal li derveyî welat dijî, me gelek êşa wî û hesrata wî kişand. Em hêvîdarin dê ji ber têkoşîna xwe ya bi şeref li wî aliyê dinyayê jî bextewar bimîne.”
Ji bo Onder dê li Mala Şînê ya Gundê Şaklatê heta roja înê serdanên sersaxiyê bidomin.