ESKÎŞEHÎR - 45 saziyên sivîl, rêxistinên civakî komele û sendika kom bûn û “Platforma Na a Eskişehirê" ava kirin.
Li Eskişehirê ji bo "Na" bi rêxistin bikin 45 saziyên sivîl ên civaki ku di navde komele, sendîka û tevger hene “Platforma Na a Eskişehirê" ava kirin. Komeleya Hekîmên Bêtar, Eskişehir SMMMO, Komeleya Dêrsimiyan, Komeleya Mamosteyan a Teqawîtên Tirk, Komeleya Zarokên Heviyê, Komeleya Azadiya Jiyana Belek, Komeleya Enstîtuya Gund a Yenikuşak, Malên Gel, Komeleya Sevdaliyên Welat, Odeya Tabîban a Eskişehirê Komeleya Hacı Bektaş Velî, KESK, DİSK, TMMOB, Sendîkaya Nivîskarên Tirk jî di navde 45 saziyên sivîl ên civakî li hev kom bûn û Platforma Na ava kirin.
Berdevkê Platformê û Serokê Şaxa SES'ê ya Eskişehirê Yalçin Mutlu, diyar kir ku hemû kesên dibêjin na li hev kom bûn û platform ava kirin. Mutlu, anî ziman ku wekî sendîka, ode, komele, vakıf tev li hev kom bûn û dê li dijî pergala Serokdewletiyê "Na" bi rêxistin bikin. Kesên di bin platformê de bûn yek nerin û partiya wan kijan dibe biba bibe, ger ku nerîna wan "Na" be di bin baneyê platformê de cihê xwe digirin.