WAN - Belavkarê rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê Hasan Duman ê 11 roj e li Wanê di bin çavan de dihat ragirtin, hat girtin.
Li Wanê, belavkarê rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê Hasan Duman ê di 21'ê Çileyê de hat binçavkirin, piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Wanê sewqî edliyeyê hat kirin. Duman ê piştî karên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin bi îdiaya "Guh nedaye îhtara 'raweste' ya hêzên dewletê", "Lîsteyên abone û rojnameyên wek materyalên rêxistinê hatin nirxandin li ser hatine dîtin", "Di telefona wî de materyalên sûcî hatine dîtin" û di aleyha wî de îfadeyek heye hat girtin û ew şandin girtîgehê.