Şewirmendên HDP'ê 11 roj in di bin çavan de ne

ENQERE - Di operasyona li hemberî şewirmendên HDP'ê de 5 şewirmendên ku hatin binçavkirin 11 roj in li emniyetê tên rawestandin.

Şewirmendên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterê Amedê Ziya Pîr, parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim, parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar û şewirmendê koma HDP'ê Zulkuf Kurt di 11'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Şewirmendên HDP'ê Zulkuf Kurt û şewirmendên parlamenteran Murat Gokdagi, Muhammed Kaya, Metîn Kumek û Olcay Çelîk 11 roj in di bin çavan de ne.

Ji şewirmendan Olcay Çelîk ji roja ku hate binçavkirin heta niha di greva birçîbûnê de ye. Li aliyê din nayê zanîn ku dê kengî îfadeyên şewirmendan bên girtin û derxînin dozgeriyê parêzer jî nayên agahdarkirin.