‘Cîhan li ser modela civaka demokratîk a kurdan diaxive'

ENQERE - Tespîta “Cîhan li ser modela civaka demokratîk a ku kurdan li nêvenda aloziyê ya Rojhilata Navîn afirand diaxive" aîdî yek ji dîroktorên Navenda Lêkolîna Polîtîkaya Kurd Burak Aydin e. Aydin, bal kişand ser yekîtiya di navbera kurdan û girîngiya kongreya netewî û wiha got: "Dê ev, statuya nîvfermî ya kurdan fermî bike."

Yek ji dîroktorên Navenda Lêkolîna Polîtîkaya Kurd (Kurdish Policy Research Center- KPRC) a sala çûyîn li paytextê DYA'yê Washîngtonê DC'yê hat avakirin û tekane navenda lêkolînê ya polîtîkaya kurd e Burak Aydin balê kişand ser yekîtiya navbera kurdan.

‘KONGREYA NETEWÎ BERPIRSIYARIYEKE DÎROKÎ YE'

Aydin, diyar kir ku sedsala çûyîn Kurdistan ji aliyê 4 dewletên serdest ve hatiye perçekirin, di vê sedsalê de dînamîkên her perçeyê dest bi rêxistinbûyînê kirine û balê kişand ser "cudahiyên asayî". Aydin, diyar kir ku kurdên li her çar perçeyan ji aliyê her 4 dewletên serdest ve tim rastî polîtîkayên bişavtin, înkar û îmhayê hatine û wiha dest nîşan kri: "Bangawaziya Kongreya Netewî ji aliyê kê bê kirin bila bê kirin, lê divê hemû partiyên kurdan guh bidin vê bangawaziyê û divê rasteqîniya berpirisyariya dîrokî ya kongreya netewî neyê piştgihkirin."

‘CÎHAN LI SER MODELA CIVAKA DEMOKRATÎK A KU KURDAN DI NAV KAOSÊ DE AFIRAND DIAXIVE'

Aydin, destnîşan kir ku di çend salên dawî de li Rojhilata Navîn kurd xala herî dînamîk û krîtîk in û got, ev ji aliyê cîhana rojavayî û DYA'yê ve baş tê dîtin. Aydin wiha axivî: "Gelek akademîsyen, saziyên ramanê, pisporên Rojhilata Navîn di ser mînaka Rojavayê modela civaka demokratîk a kurdan li nav aloziya Rojhilata Navîn afirand û nirxên vê modelê diaxivin."

‘KURDAN BI HEVKARIYÎ BAJARÊN XWE AZAD KIRIN'

Aydin ê got “Dema em li 4 salaên borî dinihêrin em dibînin ku kurdan wilayetên wek Kobanî, Kerkûk, Şengalê bi bîra netewî û hewldanên hevpar azad kirine" wiha bang kir: "Di vê pêvajoya ku ji nû ve Rojhilata Navîn tê dîzaynkirin de, Kongreya Netewî ya Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî û dîrokî ye. Divê hemû partiyên kurd werin gel hev û peywira dikeve ser milê wan ji bo pêşeroja Kurdistanê bikin û bi cih bînin."

‘KONGRE JI XWESTEKÊ BÊTIR PÊDIVIYEK E'

Aydin, anî ziman ku kongreya netewî ji daxwazê bêtir pêdiviyek e û wiha domand: "Daxwaza yekîtiyê li 4 perçeyên Kurdistanê yek ji daxwazên sereke yên gelek partî û saziyên civaka sivîl e. Civîna amadekariya Kongreya Netewî herî dawî di 2013'an de pêk hat, ev jî bi bandora pêvajoya aştiyê bû, lê belê berdewamiya wê nehat. Divê komşteya amadekar dubare were gel hev û demildest ji bo Yekîtiya Netewî gavên berbiçav bavêje. Divê demildest wê atmosfera neyînî ya Tirkiye di navbera Şengal û Rojavayê de daye der bê binpêkirin. Em jî baş dizanin ku, Tirkiye û Îran li pêşberî vê astengên herî mezin in. Lê belê, divê kurd teqez vê firsenda dîrokî ji dest bernedin û bi taybetî dema bi hêzên navnetewî re der barê pêşeroja Kurdistanê de biryaran digirin divê temsîliyeta di asta netewî de esas bê girtin. Ji ber vê jî, kombûyîna wê ji daxwaz û xwestekê bêtir, veguheriye pêdiviyekê."

‘DÊ YEKÎTÎ KURDAN DI QADA NAVNETEWÎ DE BIKE KIRDE'

Aydin wiha dest nîşan kir: “Heke yekîtî pêş bikeve, dê pêşî wê statuya nîvfermî ya li Rojavayê bi dest ketiye fermî bibe û dê di qada navnetewî de veguhere asta kirdeyê. Dê bi yekîtiyê re kurd li qada navnetewî veguherin kirdeyê. Di heman demê de dê bandora Îran û Tirkiyeyê jî kêm bibe; dê ev jî mekanîzma biryarê ya kurdan zaf rihet bike." Aydin got, ew wek Navenda Lêkolîna Polîtîkaya Kurd di her firsendê de divêtiya Kongreya Netewî ya Kurd tînin ziman.

‘DIVÊ KRÎZA DI NAVBERA PARTIYÊN KURDAN DE BÊ ÇARESERKIRIN, YEKÎTÎ MADEYA EWILÎN BE'

Aydin ê got, “Wek Navenda Lêkolîna Polîtîkaya Kurd em li her 4 perçeyên Kurdistanê dînamîkên kurdan ji nêz ve dişopînin û em her dixwazin hem bi lêkolîn, hem jî bi xebatên xwe platformekê çêbikin" herî dawî wiha bang li partiyên kurd û nûnerên wan kir: "Divê partiyên kurd, demildest krîza herêmî çareser bikin û divê yekîtiya netewî ya kurd bikin madeya xwe ya ewilîn. Ev hem ji bo Rojava, hem jî ji bo hikûmeta Başûr tiştekî jiyanî ye. Divê partiyên kurd bi awayekî kamilbûyî û çareseriyî nêzî Kongreya Netewî bibin."

Selami Aslan- dîhaber