WAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, mudurê duyemîn ê girtîgehê yê tevî komekê ji 20 gardiyanan pêk tê bi ser qawîşan de digire hat diyarkirin ku wiha gefan li girtiyan dixwe, "Ez ê bibim Esat Oktayê we. Xwedayê vê derê ez im" û wan derb dike.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, îşkence veguherîn rewşeke rûtîn. Parêzer Bariş Oflas ê li girtîgehê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn got, di 23'ê Çileyê de mudurê duyemîn ê girtîgehê yê navê wî nehat zanîn, tevî komeke gardiyanan a ji 20 kesî pêk tê bi ser qawîşeke 5 kesî de girtiye û girtiyên bi navê Şahin Encu, Kemal Kahraman, Hakan Bilekçi, ahmet Çelik û Ozhan Ceyhun pêşî li ber kamerayan û paşê jî li odeyake kamera lê tune bûne îşkence kiriye. Oflas, dest nîşan kir ku girtiyên rastî êrîşê hatine rapora derbkirinê nedane wan û diyar kir ku, piştî êrîşê demildest girtî sewqî girtîgehên din kirine.
MUDURÊ DUYEMÎN Ê GIRTÎGEHÊ: XWEDAYÊ VÊ DERÊ EZ IM
Parêzer Oflas ê têkildarî hûrgiliyên êrîşê agahî dan wiha êrîşa mudurê duyemîn ê girtîgehê koma 20 kesî ya gardiyanan ragihand: "Di 23'yê mehê de anons tê kirin û tê gotin ku ber êvarî bila gardiyanan dernekevin û li cihê xwe bisekinin. Di berdewamiya vê de, mudurê duyemîn û komeke gardiyanan a ji 20 kesî pêk tê bi ser qawîşa behsa wê tê kirin de digirin. Dema mudur çawa dikeve qawîşê raste rast dest bi heqaretan dike û dibêje, 'Ez ê bibim Esat Oktayê we. Hûn mecbûr in hurmetê nîşanî min bidin. Xwedayê vê derê ez im. Qiralê vir ez im, dema ez bêm divê her kes rêz bibe û amade be.'"
FERMANA ‘LI BER KAMERAYAN LI WAN NEDIN'
Oflas, destnîşan kir ku girtî pêşî li ber kamerayan hatine derbkirin û paşê mudurê duyemîn fermana 'li ber kamerayan li wan nedin' daye û pişt re girtî birine nêvengeke bê kamera û ew derb kirine. Oflas wiha axivî: "Li dijî heqaretan, berpirsiyarê qawîşê Şahin Encu diyar dike ku ew ê van heqaretan qebûl nekin. Tîne ziman ku wan tu tiştekî ku sûcê dîsplînê di xwe de bihebîne nekiriye. Paşê di navbera hin gardiyan û girtiyan de munaqeşe derdikevin. Li ser vê girtî tên derbkirin. Piştî derbkirinê her girtî bi lez û bez ji qawîşê derdixin û li ber kamerayan tên derbkirin. Pişt re mudurê duyemîn fermana 'li vê derê li wan nedin, wan bibin nêvengeke bê kamera' dide. Dema mirov li kamerayan binihêre ji lêvan dikare vê rewşê fêm bike. Her 5 girtî li nêvengeke bê kamera, li vala mêrdewanan heta wan dibin hucreyan tên derbkirin."
BIJÎŞKAN RAPORA DERBKIRINÊ NEDA
Oflas, diyar kir ku girtî ji paş ve hatine kelepçekirin û ew bi vî awyaî birine hucreyan û got, li hucreyan hin girtî ji ber derbkirinê ji xwe çûne. Oflas, got di heman şevê de her 5 girtî birine Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Wanê, lê belê li vir rapora derbkirinê nedane girtiyan. Oflas wiha domand: "Piştî wan dixin hucreyan bi kêliyekê, wan dixin odeya muşhadeyê û bi zorê kincên wan ji wan dikin. Hemû bi saetan wisa tên arwestandin. Li vir jî girtiyan bi dukelepçeyî dibin pêşberî bijîşk. Kelepçeyekê li destê girtiyan yekê jî li destê girtî peywirdaran dixin. Bijîşk girtiyên kelepçekirî muayene nakin û li gel li bedena wan şopên derbê hebûne jî ji wan re gotiye, 'tu tiştekî we tune ye, ez ê rapora derbê nedim' û ew paş ve şandine."
PIŞTÎ DERBKIRINÊ HATIN SEWQKIRIN
Oflas, da zanîn ku piştî nexweşxaneyê girtî dubare xistine hucreyan û got, ji bo ser bûyerê bê girtin roja din her 5 girtî sewqî girtîgehên cuda kirine. Oflas wiha domand: "Girtiyên di bin tecrîdê de mane, knc nedane wan û her wiha tu malzemyên paqijiyê jî endane wan. Xwarin jî di nav de, kevçî û çetel jî neşandine. Xwarinê hatine şandin jî, girtiyan bi destên xwe xwariye. Li girtîgehê li ser bertekên hevpar ên girtiyên din, tecrîda li ser girtiyan tê rakirin. Dema em îro çûn hevdîtinê, girtî hatin sirgûnkirin û em nizanin ew sirgûnî kudeêr kirine."
‘EM Ê BIŞOPÎNIN'
Oflas, anî ziman ku têkildarî îşkenceya girtî rastî wê hatine wan daxwaznameyeke giliyê ji dozgerê girtîgehê re şandiye, lê daxwazname hîn jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ji dozger re nehatiye şandin. Oflas, anî ziman ku sepandinên kêfî yên li girtîgehê veguherîne reşeke rûtîn û wiha domand: "Bi pêşengiya mudurê duyemîn îşkence didomin. Bi gotina wî, bûye Esat Oktayê îroyîn. Mudur ji girtiyan re gotiye, 'Ne parlementer kî dibe bila bibe dê rastî heman sepandinan bê.' Ev hemû sepandin binpêkirina rûmeta mirov e. Li dijî van binpêkirinên mafan em ê bitêkoşin. Em ê gilî bikin û em ê heta dawî şopdarê vê îşkenceyê bin."