AMED - Ji ber axaftinên wê yên televîzyona MED NÛÇE'yê der barê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî, bi tawanbariya "Heqareta li Serokomar" ji salekê heta 4 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, di 14-15'ê Mijdara 2015'an di Lijneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya li Sumerparka Yenîşehîra Amedê de beşdarî televîzyona MED NÛÇE'yê bûbû û bi kurdî axivî bû. Der barê vê axaftina Irmakê de bi îdiaya "Heqareta li Serokomar" doz hat vekirin.
Parlementer Irmak, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê di 4'ê mijdara 2016'an de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlivriyê.
Der barê Irmakê de bi daxwaza 105 sal cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. Wezareta Dadê bi hinceta "ewlehiyê" doz neqlî Amedê kiribû. Di îdianameya ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve hat qebûlkirin de, ji salekê heta 4 salan cezakirina Irmakê hat xwestin.
'DAYIK, ZAROK Û EXTIYAR TÊN KUŞTIN'
Di îdianameyê de, hevdîtina Irmakê ya televîzyonê û axaftina wê ya têkildarî operasyonên leşkerî yên li bajarên ku qedexeya derketina derve li wna hatibû îlankirin cih girt. Axaftina Irmakê ya wek sûc hat hesibandin wiha ye: "Yanî temamiya Kurdistanê di bin vê xetereyê de ye. Li vir jî em heman wehşetê dibînin. Wejşeteke wisa ye ku tax bê nan, bê av in û her der hatiye dagirkirin, ji jiyanê hatine mahrûmkirin. Di bin xetereyê de ne, qaşo qedexeya derketina derve heye, lê belê jiyan hatiye qedexekirin. Dema serê xwe ji malê derdixînin sekvan berdidin, guleyên mirinê berdidin û bera serê wan, sînga wan û cihê mirinê didin. Dema dîtin li hemberî berxwedana gel bi tank, top û sekvanan nikarin serî derxînin, vê carê bi balafir û helîkopteran dest bi bombardimanê kirin. Em li vir bi qasî wehşeta DAIŞ'ê wehşetekê dibînin. Goristan tên bombebarankirin, li pişt panzêran cenaze tên kişandin, cenaze tên tazîkirin û teşhîrkirin, dayik, zarok û extiyar tên kuştin, ji bo ambulans birîndaran nebin nexweşxaneyan tên gulebarankirin. Nexweşxane tên bomberanakirin û gulebarankirin, ev bûyer hemû ji aliyê AKP'ê ve pêk tên. Ev hemû bi talîmatên Serokomar recep Tayyip Erdogan tên kirin. Em dikarin bibêjin ku ev rejîm; hêza xwe, fikir û ramanên xwe ji DAIŞ'ê werdigire."
Di îdianameyê de, îfadeya Irmakê ya ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi riya SEGBÎS'ê da cih digire û Irmak vê tawnabariyê qebûl nake û divê ev bi mexseda rexneyê esas bên wergirtin. Di îdianameyê de ji bo axaftina Irmakê ya televîzyona MED NÛÇE'yê hat îdiakirin ku, ev axaftin ji rexneyê wirdetir in û ji mirinên li herêmê Seorkomar berpirsiyar hatiye dîtin û ev wek sûc hatin hesibandin.
Dê di mehên pêş de darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê dest pê bike.