Tekane çavkaniya debara wan masîvanî ye

WAN - Şêniyê Taxa Orûçlû ya Çildiranê serma di bi sifirê re 30 pile ye di gola qeşagirtî de seyda masiyan dikin.

Li Taxa Orûçlû yê navçeya Çildirana Wanê, di zivistanê de yek ji çavkaniyên debarê yên gel masîvanî ye. Welatî ji bo li Çemê Kazgoluyê masiyan bigirin, şeveqê zû radibin û dikevin rê. Li hin cihên herêmê qalindiya berfê 2 metre ye û li gola qeşa girtiye girtina masiyan gelekî zehmet e. Ji bo masiyan bigirin bikin, welatî pêşî qeşaya li ser golê dişikînin û li ser avê bi kelekan tevdîrên xwe digirin. Li gola ku masîpank û deqsor lê hene, welatiyên ku masiyan zevt dikin, kîloyan wan bi 5 TL'yî difiroşin.

‘KAREKÎ DIN TUNE YE'

Ji niştecihên taxê Yaşar Beyazsu, bal kişand ser zor û zehmetiya kar û wiha axivî: "Keleka her kesî heye. Tenê me ji bo vî karî kelek çêkirine. Ji bo kelekên me noq nebin, me li bin metereyên vala bi cih kirine. Dema em zaf masiyan zevt bikin, em wan difiroşin, lê dema em hindik zevt dikin dibin malên xwe. Karê me jî ev e. Li bajêr, di vê demsalê de karekî din tune ye. Li bajarê me carinan zêdeyî 2 metreyan berf dikeve û germahiya hewayê jî dernakeve ser 30 pile biniya sifirê."


Sînan Beyazsu yê tevî bavê xwe Yaşar li ser heman kelekê masiyan zevt dike jî masiyekî mezin ê zevt kiriye nîşan dide û wiha dibêje: "Karekî zehmet e. Carinan em difiroşin. Em şeveqê zû tên, heta dereng em dimînin."

PÊŞÎ QEŞA TÊ ŞIKANDIN

Seyîthan Dilmaç jî bal dikişîne ser sar û seqemiya dijwar û wiha got: "Em şeveqê zû tên vir. Carinan em 3 kîlo masî zevt dikin. Em kîloya wan bi 5-6 TL'yî difiroşin. Carinan jî em hindik zevt dikin. Di nava rojê de carinan hewa xweş dibe, lê bi şev zaf sar e. Em jî di hewaya zaf sar de dernakevin. Em kelekan jî bi kar tînin."

Selman Keleş - dîhaber