AMED - PKK'yiyên ku hatin daxuyandin di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dane, lê belê malbatên wan der barê cenazeyên wan de ne xwedî agahî ne, niha di hedefa sextekaran de ne. Sextekar ji malbatan re dibêjin zarokên we sax in û heke pereyan bidin ew ê zarokên wan bînin û bi vî awayî dixwazin malbatan bixapînin.
PKK'yiyên ku hatin daxuyandin di dîrok û pevçûnên cuda yên li herêmê jiyana xwe ji dest dane, niha malbatên wan ên ku der barê cenazeyên zarokên xwe de hîn tu agahî wernegirtine bûne hedefa sextekaran. Malbatên ku li gel hemû hewldanan hîn jî xwe negihandine cenazeyên zarokên xwe ragihandin ku, sextekar bi riya telefonê xwe digihînin wan û dibêjin zarokên wan sax in, lê heke pereyan bidin ew ê zarokên wan radestî wan bikin. Hat zanîn ku, sextekar li malbatên ku li Rojava, Stenbol û Amedê rûdinên yeko yeko geriyane. Malbateke ku li Amedê rûdinê û ji ber ewleyiyê nexwest navê wan aşkere bibe, got sextekar li wan geriyane.
‘GOTIN ZAROKÊ WE SAX E'
Dayika PKK'yiyê ku hîn bû di Cotmeha 2016'an de kurê wan li Colemêrgê di pvçûnekê de jiyane xwe ji dest daye diyar kir ku, li gel hemû hewldanan jî bi meha ye wan der barê cenaze de tu agahî wernegirtine û got, 10 roj berê telefonek ji wan re hatiye, lê tu bikî nekî ev telefon hêviyek li wan peyda kiriye. Dayikê got, kes bi van reqamên telefonê yên 0535 027 42 78 li wan geriyaye û gotiye, "Ez ê mizgîniyekê bidim we. Kurê we dijî."
‘BI KURDIYEKE XERAB DIAXIVÎ'
Dayikê diyar kir ku, mêrê li wê geriyaye bi kurdiyeke xerab ku mirov zor jê fêm dikir diaxivî û wiha domand: "Min ji mêrê ku bi telefonê re xeber da, got ez bi tirkî nizanim. Pişt re telefonê da jinekê û bi kurdiyeke baş xeber da. Gelek caran bi heman hejmarên telefonê li min geriyan. Ewil tim heman mêr diaxivî, dema min got ez baş fêm nakim, jina li cem wî telefonê radikirê."
Dayikê ragihand ku, kesê di telefonê de gotiye, "Kurê wê bi awyaekî birîndar, tevî 3 hevalên xwe li Herêma Kurdistana Federal li mala kurê apê min in. Ji yekîneyên xwe veqetiyane." Dayikê wiha got: "Dema mirov cenazeyê xwe, gora xwe nebîne tu bikî nekî hêvî li mirov peyda dibe. Li ser wê hêviyê, min jî qederekê bi wan re axivî."
‘DER BARÊ MALBATA MIN DE XWEDÎ AGAHÎ BÛN'
Dayikê got, kesê lê geriyaye der barê wê, hevjîn û malabat wê de tam xwedî agahî bûye û tiştên digotin rast bûn û wiha domand: "Ewqas bi rasteqîniyî diaxivî, min jî êdî bawer kir ku ehr hal van agahiyan ji kurê min bihîstiye."
Dayikê got, ji bo ew tam ji kesê hember bawer bikin jê daxwaza wêneyekî kurê xwe kirine û wiha axivî: "Wêneyekî wî ji me re şandin, lê belê wê kêliyê ji be rem bi heycan bûn me fêm nekir kuw êne montajkirî ye."
‘2 HEZAR Û 600 DOLAR XWESTIN'
Dayikê diyar kir ku, kesê li hember gotiye wan bi saya qaçaxçiyan zarokê wan anîne Tirkiyeyê û niha ew li Stenbolê ne û got wan re wiha hatiye gotin: "Em ê navnîşanekê bidin we û hûn ê tevî 2 hezar û 600 dolarî werin wê navnîşanê. Heke hûn pere bidin em ê zarokê we bi saxî teslîmî we bikin."
‘NAVNÎŞANA HAT DAYÎN DERIYÊ AMÎRTIYA POLÎSAN E'
Dayikê got, li ser vê ew çûne Stenbolê û ji wan navnîşana ku ew ê pere deyninê xwestine û wiha domand: "Li ser vê bi riya Whatsappê li ser kaxezekê wêneyekî li ser 'Karayollari Galeri Caddesi Dere Koprunun Yanindaki Opet' nivîsandî şand. Navnîşaneke nêzî mala ez lê bûm. Ev der li Semta Kuçukkoy ya navçeya Gaziosmanpaşaya Stenbolê bû. Dema ez çûm, min dît ku ev navnîşan tam li deriyê Amîrtiya Polîsan a Kuçukoyê dikeve."
Dayikê got, ew nêzî saetekê li wer rawestiyaye, lê belê kesek nehatiye û wiha got: "Kesê telefonê xwestibû ez tenê bêm, lê em 4 kes çûn. Ez dibêm ji ber vê nehatin." Dayikê got, piştî ew nehatin bi israr wan li telefonê geriyaye, lê piştî demeke dirêj ancax bersiva telefona wan hatiye dayîn û got ji wan re wiha hatiye gotin: "Heval nehatin. Em ê paşê dîsa agahiyê bidin."
JI MALBATÊN DIN JÎ XWESTINE BÊN HEMAN NAVNÎŞANÊ
Dayikê got, dema ew vegeriyane malê wan ferq kiriye ku ser çavê kurê wê ji wêneyekî înternetê hatiye wergirtin û bi wêneyekî din re hatiye montajkirin û wiha domand: "Ewil dema min pirsî, gotin wan hejmarên nimareya te ji kurê te wergirtiye. Lê, piştî kurê min çûbû min hejmara telefona xwe kirîbû. paşê min fêm kir ku ne mumkun e hejmara telefona min zanibe."
Dayikê got, wek wan malbatên li Rojava, Amed û Stenbolê jî tên xapandin û ji wan tê xwestin ku bên heman navnîşanê.