MÊRDÎN - Li Nisêbînê, têkildarî pêşnûmaya "îhya"yê ya ji aliyê wezaretê ve behsa wê hat kirin tu gav nayên avaêtin, lê gel vê li taxên wek "qadên birîsk" hatine îlankirin jî, destûra avakirina malan a welatiyan nayê dayîn.
Li Nisêbîna Mêrdînê, piştî li ser biryara Lijneya Wezîran 9 tax wek "qadên birîsk" hatin îlankirin, welatî ne tenê li hundurê têlên rêsayî li derveyî têlan jî nikarin malan ava bikin. Piştî di 9'ê Îlona 2016'an di Rojnameya Fermî de hat weşandin taxa Abdulkadîr Paşa, Akçatarla, Bahçebaşi, Çatalozu, Çelîkyurt, Kişla, Yakinkoy, Yenîtûran û Yildirim wek herêmên Rîska Afetê hatin qebûlkirin. Piştî wek qada birîsk hatin îlankirin, ji bilî 6 taxên bi têlên rêsayî hatine dorpêçkirin, welatî êdî nikarin li van taxan jî malan çêbikin.
WELATIYÊN MALAN ÇÊDIKIN TÊN ASTENGKIRIN
Li navçeya ku nêzî 40 hezar mirov bê mal man, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve "Pêşnûmaya îhyayê ya Nisêbînê" hatibû plankirin, lê heta niah tu gav nehatiye avêtin û li gel vê nahêlên welatî jî li bajêr malan çêbikin. Welatiyên ji bo xaka xwe neterikînin, dema dixwazin serobero be jî malan ji xwe re çêbikin, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Li gel vê, li qadên li derveyê têlên rêsayî jî nahêlên welatî avahiyan çêbikin.