AMED - Li navçeya Sûrê ya zêdeyî salekê ye qedexeya dreketina derve û rûxandin lê didome, ajokarê kamyona hafriyatê vedigehîze derpêş kir ku, polîs tevî operatorên kepçeyan hawirdora avaniyên dîrokî dikolin û li defîneyan digerin.
Li navçeya dîrokî ya Sûrê di ser "qedexeya derketina derve" ya di 2'yê Kanûna 2015'an hat îlankirin û 103 roj pevçûn lê domiyan zêdeyî salekê derbas bû. Rûxandina li navçeyê ya di Adara 2016'an de dest pê kir hîn jî didome. Rûxandina bi sedan makîneyên kar û kamyonên hafriyatê ya di nezareta polîsan de didome, navçe veguheriye qadeke futbolê ya mezin. Li gel vê rûxandinê, ajokarê kamyoneke ku li taxan hafriyatê vediguhezîne tiştên ecêb ragihandin.
‘EŞYAYÊN LI MALAN WEK XURDE Û BIXURAN TÊN FIROTIN'
Ajokarê kamyonê yê got "Heke hûn navê min binivîsînin dê tiştên xerab bînin serê min" di dîmenên ku dema harfiyatê vediguhezîne kişandin halê navçeyê yê ripîrast li ber çavan dikeve û di dîmenan de tê dîtin ku, eşyayên malên bêyî xesar dîtibin hatin rûxandin jî bi awayekî rasthatinî li hawirdorê tên belavkirin. Ajokar, diyar kir ku malên hindik xesar dîtine an jî qet xesar nedîtine bi kepçeyan tên rûxandin û wiha got: "Li nav taxê tim du TIR tên rawestandin. Eşyayên li malên hindik xesar dîtine an jî qet xesar nedîtine derdixin derve û wan vediguherînin xurde û bixuran û paşê li van TIR'an tên barkirin. Em dizanin van eşyayan li bajarên rojavayê tên firotin."
CENAZEYAN DAVÊJIN ÇAHLÊ?
Ajokar, diyar kir ku polîs tim li nav enqazan digerin û ji bo ew dîmenan nekişînin, tim gefan li wan dixwin û wiha domand: "Li navçeyê berê li hewş an jî kuçeyan gelek çahl hebûn. Ji ber mal hatine rûxandin, çahl li derve mane. Dema rojekê min hafriyat dikişand, tiştekî dirêj xalî lê hatibû lefandin, polîsan ew bi dirêjahiyî avêt bîrê. Tam çi bû nizanim, lê gumana me ew e dibe ku cenaze be."
‘LI HAWIRDORA AVAHIYÊN DÎROKÎ LI DEFÎNEYAN DIGERIN'
Ajokar, ragihand ku ew danê êvarî navberê didin kar û wiha axivî: "Di saetên êvarî de polîsên li navçeyê peywirdar, tevî operatorên kepçeyan hawirdora avahiyên dîrokî bi qasî 15 metreyan dikolin û li defîneyan digerin. Carinan em bi operatorên kepçeyan re sohbetê dikin, ji ber bi şev û biroj tên xebitandin, sitemê dikin."