RIHA - Polîsan 3 roj berê bi ser şaredariya Hewagê de girtibûn û lêgerîn kiribûn. Piştî lêgerîna polîsan a 3 roj berê hêj nû îro teblîgat ji Şaredariya Hewagê re şandin.
Polîsan di 18’ê mijdarê de bi ser avahiya Şaredariya Hewagê de girtibûn. Polisan di lêgerînê de bi kuçikên bêhnê û yên taybet bi ser şaredariyê de girtibûn û lêgerîn kiribûn. Piştî lêgerîna 3 roj berê îro teblîgat gihişt destê şaredariyê. Qeymeqamiya Hewagê 3 roj şûnde teblîgat ji şaredariyê re şand û diyar kir ku dê lêgerîn pêk bê.