STENBOL - Jina bi navê Sînem Metîn Şahîn ku li navçeya Kuçukçekmeceyê dirûne ji aliyê hevjînê xwe Mustefa Şahîn ve hat kuştin.
Li taxa Mehmet Akîf Ersoy a Kuçukçekmeceya Stenbolê kesê bi navê Mustefa Şahîn hevjîna xwe Sînem Metîn Şahîn a ku dixwest dest jê berde kuşt û piştre întixar kir.
Cenazeyên Sînem Metîn Şahîn û Mustafa Şahîn ji bo otopsiye rakirin Saziya tiba Edlî.