AMED - Navenda Jinê ya Ceren a ku di çarçoveya OHAL'ê de bi sedan komeleyan ve nate girtin ji 2008'an heta niha riyekî azadiya jinê dişopand. Komeleya ku di gelek mijaran de deriyên nû vekir, bi xebatên wekî kursên ziman, xebatên çîrokan, felsefe, jineolojî û tenduristiya jinan nîvco man.
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK) de bi komelên hatin girtin ve gelek komeleyên ku xebatên jinan didin meşandin jî hene. Di nava van 370 komeleyên hatin girtin de Komeleya Jinê ya Ceren û Komeleya Jinê ya Selîs jî hene. Lê girtinên komeleyan tenê bi KHK'an ve nebû. Qeyûmên ku hatin tayînkirin ewil navendên jinan ên ku di bin banê şaredariyan de xebatê dikin û midûriyetên polîtîkayên jinê hatin girtin. Navenda Şewirmendiya Jinê ya Amîda ku di bin banê Şaredariya Sûrê de xebatên xwe dimeşand jî hate girtin.
QADA QEBATÊ FIREH BÛ
Komeleyên jinan ên ku li Amedê xebatên xwe dimeşandin di warê xwendin-nivîsandin, alîkariya psîkolojîk, xizmetên şewirmendiya hiqûqî, zayenda civakî, tenduristiya jinan de xebatên perwerdehiyê dida. Di heman demê de diçûn malên jinan û bi pirsgirêkên wan ve eleqedar dibûn. Di encama van xebatan de gelek jin bi dildarî tevlî xebatan bûn.
'DIXWAZIN RÊXISTINBÛNA JINAN ASTENG BIKIN'
Komeleya Jinê ya Ceren a ku hate girtin ji 2008'an heta niha xebatên xwe dida meşandin. Di komeleya ku bêhtir xebatên perwerdehiyê dihatin kirin de kursên ziman ên kurdî û îngilizî, destkarî, nîqaşên felsefeyê, dîroka jinê, mafên jian, tenduristiya jinê û semînerên jineolojiyê dihat dayîn. Di heman demê de ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine alîkariya psîkolojîk dihat dayîn. Jinên li komeleyê bi dildarî tevlî xebatan dibûn. Seroka Lijneya Rêveber a Komeleya Jinê ya Cerenê Şukran Mizrak diyar kir ku piştî ku komeleya wan hate girtin, gelek projeyên wan nîvcî ma. Mizrak wiha got: "Dayikên ku xwendin û nivîsandina wan tunebû ji bo wan me yê kurs vekira. Dîsa me di Kurultaya Stargehan de cih digirt û ji ber ku hatin girtin nikarin beşdarî civînan bibin. Dîsa bi navê Jiyanên ku Nehatine Nivîsandin xebata pirtûkan hebû. Ev proje jî nîvcî ma."Mizrak destnişan kir ku bi girtina komeleya wan ve di esasê xwe de tê xwestin rêxistinbûn û zanabûna jinan bê astengkirin.
JIN LI HEMBERÎ GIRTINÊ ACIZ IN
Bi girtina komeleyê ve tekane pirtûkhaneya jinê jî hat girtin, di pirtûkxaneya hate girtin de pirtûkên têkîldarî jinan hebû. Mizrak destnîşan kir ku girtina komeleyê bandorekî neyînî li ser jinan jî kiriye, jinên ku xwe digihînin wan li hemberî girtina komeleyê xwe nerazîbûnên xwe tînin ziman.
Ji komeleyên hatin girtin Komeleya Jinê Selîs jî ji 2003'yan heta niha xebatên xwe dimeşand. Komeleyê ji bo jinên ku rastî şîdetê tên alîkariya psîkolojîk dide di warê tenduristî, hiqûq û şîdetê de perwerde dida jinan, Selîsê her sal xwe digihand bi sedan jinan.
NAVENDA KU ALÎKARÎ DIDA JINÊN SÛRÊ JÎ HAT GIRTIN
Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Sûrê hat kirin Navenda Şewirmendiyê ya Jinê Amîda jî ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Navenda ku bi 3 jinan dest bi xebatê kir piştre bi 8 jinan de xebatên xwe berdewam kir. Navendê ji bo jinên Sûrê yên ku malên wan hatin xirakirin alîkarî dida. Komeleyê di heman demê de ji bo zarokan jî xebatên perwerdehiyê û alîkariya psîkolojîk dida. Navendê heta niha xwe gihand zêdetirî 2 hezar jinan. Cihê navendê dê niha bibe pirtûkxane.