Polîsan bi ser mala hevşaredara DBP’ê de grtin

AMED - Polîsan bi ser mala Hevşaredara Bismilê ya DBP’î Cemîle Emînoglu de girtin. Emînoglu ku derbarê wê de biryara binçavkirinê heye li malê ne hat dîtin.

Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî hevşaredarên DBP’ê didome. Polîsan serê sibê saet di 04.30’an de bi ser mala Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglu ya li taxa Dîclekentê ya li navçeya Peyasa Amedê de girtin. Emîneoglu ku derbarê wê de biryara binçavkirinê heye li malê ne hat dîtin.

Piştî lêgerîna li malê bi dawî bûn polîs ji malê veqetiyan.