ENQERE - Endamên muxalif ên lijneyê, bertek nîşanî biryara qedexekirina nuçeyên Deqeya Dawî yên RTUK’ê dan û wekî helwesta “Hemû çapemeniyê bixin bin kontrola xwe” nirxandin.
Burokratên RTUK’ê ku endamên lijneyê bê bandor hiştin, nûnerên lijneyên weşanê vexwendin Lijneya Bilind û gefa “reşkirina weşanê” li wan xwarin. Buroktatên lijneyê ku bi biryarnameya KHK’ê ya 680 ku di 6’ê Çileyê de hat derxistin û “rawestandina programê” û “reşkirina weşanê” anîn rojevê û gefên rawestandina weşanê û betalkirina lîsansê xwarin. Li gorî biryara ku ji 13 lijneyên ku di nava wan de CNN, NTV jî hene re hatine şandin pêşkêşkirina nûçeyan a herî girîng ya weşana “deqeya dawî” qedexe kir.
TENÊ DÊ DAXUYANIYÊN FERMÎ DERBAS BIBIN
Li gorî biryarê di demên teqîn û êrîşan de ji bilî dîmen û wêneyê ku meqamên fermî didin dê wêne û dîmenên din neyên bikaranîn.
Di dema ku weşana bûyerekê tê krin dê bi nivîsa “deqeya dawî, nûçeya germ” neye dayîn. Ger ji bilî daxuyaniyên derbarê bûyerên ku qedexe li ser hene serokomar, serokwezîr, wezîr, walî, midûrê polîsan û meqamên fermî, ger dîmen û daxuyaniyên din bê dayîn dê di çarçoveya qedexeyê de bê hesibandin.
MÛXALEFET BI BERTEKE
Endamên partiyên mûxalefetê yên lijneyê bertek nîşanî biryarê dan û da zanîn ku biryar ji bo kontrolkirina çapemeniyê hatiye dayîn. Endamê Lijneya Bilind ê CHP’î Îsmet Demîrdogen di daxuyaniyên dayîn de pêkanîn wekî “reşkirina weşanê” bi nav kir û bi bîrxist ku beriya 15 salan bi qanûna ku 2002’an hat derxistin qedexeya “reşkirina weşanê” hatibû rakirin. Demîrdogen, da zanîn ku bürokrat rayeyên xwe derbas dikin û rayeya endamên lijneyê bikar anîne.
Endamê Lijneya Bilind ê HDP’ê Ersîn Ongel jî pêkanîn wekî “ev li dijî çapemeniyê sansureke” nirxand û wiha axivî: “Bi OHAL’ê re gele weşanên mûxalif hatin girtin. Ev pêkanîn ji bo weşanên ku mane bigirin bin kontrola xwe pêk tên. Ev êrîşek li dijî çapemenî, xwe îfadekirina azad û mafê girtina nûçeyan a mirovabe. Ev rewş nayê qebûlkirin.”