ŞIRNEX - Li Cizîrê polîs û leşker her roj bi ser malan de digirin. Dîsa bi ser malan de gir tû 5 welatiyên din binçavkirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnex her roj tîmên taybet bi ser malan de digirin. Îro jî danê sibê polîs û tîmên taybet li taxa Konakê serdegirtinên malan pêk hatin û welatiyên bi navê Haci Goçmen, Îsa Akman, Medîne Aydin, Abdûllah Akman û Suleyman Efşîn hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku welatiyên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin. Welatiyên bi navê Abdulkerîm Pozan, Îsmail Guleş, Salîh Dayan û Sultan Aykut ku duh hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê serbest hatin berdan.