Siyasetmedarên Berê: Beriya referandumê azadiya ramanê divê

STENBOL - Siyasetmedarê berê di nava ANAP, DYP, AK Partî û CHP’ê de rêveberî kirin, beriya referandumê komî ser hev bûn. Siyasetmedar di civîna bi navê “Referanduma Qanûna Bingehîn a di OHAL’ê de" xwestin di referandumê de azadiya ramanê pêk bê.
Di pêşengiya Hewldana Hemwelatiyê û Bloka Aştiyê de bi navê “Referanduma Qanûna Bingehîn a di OHAL’ê de" li Otela Pointê a Stenbolê civîn pêk anîn. Di civînê de Serokê Meclisa Tirkiye ya berê Husamettin Cindoruk, Sazumankarê AK Partiyê û Cîgirê Serokwezîr Ertugrul Yalçinbayir, Serokê CHP'ê yê berê Altan Oymen, Berdevkê Hewldana Ji bo Demokrasiyê Yekîtî Riza Turmen, Berdevkê Bloka Aştiyê Prof. Dr. Ayşe Erzan û Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrin Nas û gelek siyasetmedar amade bûn.

BERÎ QANÛNA BINGEHÎN AZADIYA RAMANÊ DIVÊ

Di civînê de Seroka Giştî ya ANAP'ê ya Berê Nesrin Nas, diyar kir ku berîya qanûna bingehîn bê avakirin divê berî her tiştî azadiya ramanê bê parastin û astengiyên li pêş azadiya ramanê bên rakirin. Nas, ani ziman ku li peş her tiştî astengî heye û wiha got: "Di rewşa ku siyasetmedar û medya azad girtî de û di rewşa OHAL'ê de em dikevin nava referandumê."

YALÇINBAYIR: DÊ FERMAN DI DESTÊ YEKÎ DE BE

Sazumankarê AK Partiyê Ertuğrul Yalçinbayir jî diyar kir ku wan ewil rêgezên bingehîn ên AK Partiyê nivîsand û wiha got: "Di ol û siyasetê de dervê qeydan heye. Niha ferasetek ku venêrtiya wê nayê kirin serdest e. Em partî wekî aqilê hevpar hatin avakirin. Lê piştre aqilê hevpar derbas bû. Bi vê pêşnûmayê êdî her tişt dê ji aliyê partiyekê ve bê rêvebirin. Partî jî dê bi gotina zilamekî bê rêvebirin. Her tişt dê têkeve bin gotina zilameki." Divê gotin mafê her kesi be. Divê her kes karibe gotina xwe bêje. Divê azadiya ramanê bê parastin. Di vê pêvajoya azadiya ramanê hatiye astengkirin û di bin OHAL'ê de Qanûna Bingehin nayê amadekirin. Di pêvajoya ku em nikaribin mafê xwe yê siyasî pêk bînin dê çawa Qanûna Bingehin bê avakirin.

TURMEN: LI TIRKIYEYÊ DEMOKRASÎ DI TALÛKEYÊ DE YE

Berdevkê Hewldana Ji bo Demokrasiyê Yekîtî Riza Turmen, jî diyar kir ku li Tirkiye demokrasî di talûkeyê de ye û wiha got: "Em dê ji van guhertinên Qanûna Bingehîn re bêjin na. Di vê pêvajoyê de avakirina Qanûna Bingehîn ne rewa ye. Pêdiviya Tirkiye bi qanûnek bingehîn a ku hemû civak li ser dibe hem fikir heye. Di şertê OHAL'ê de referandum pêk tê. Di vê pêvajoyê de wekîl, rojnameger girtî ne. Vîna neteweyî û şaredarî qeyûm hatiye tayînkirin. Di vê pêvajoya OHAL'ê referandum nayê kirin. Wê daraz û rêveberî di destê yek mirovî de kom bibe. Ger ku hemû erk û raye di destê yek kesî de kom bibe li wir demokrasî ne pêkan e. Li wir diktatorî heye. Tu eleqeya vê rejîmê bi serokdewletiyê tune ye. Di pergala serokdewletiyê de serokdewlet nikare meclîsê fesih bike. Ev qanûna bê avakirin dê aliyan ji hev dûr bixe û eniya di nava civakan de ji hev dûr bixe.

OYMEN: BI OHAL'Ê HILBIJARTIN NABE

Serokê Giştî yê CHP'ê yê berê Altan Oymen jî diyar kir ku li Tirkiyeyê di 10'ê tebaxa 2010'an de ji bo gel serokomar hilbijêre guhertina ku hat kirin terzê rêveberiyê jî bi fiîlî hate guhertin û wiha berdewam kir: "Êdî ne sembolîk serokomarekî hêza wî ya fiîlî heye. Astengiyên wekî nêzîknekirina sandoqan jî di nav de dikarin derxînin. Bı OHAL'ê hilbijartin nabe. Di hemên herî zehmet ên Tirkiyeyê de jî ji fakulteyên hiqûqê deng derdiket. 2 zanîngeh hebû wê demê. Niha 73 fakulte hene lê ewqas dend dernakeve."

ERZAN: DIKARE BÊ GOTIN QANÛNA BINGEHÎN A ŞER

Hevberdevkê Bolak Aştiyê Prof. Dr. Ayşe Erzan jî ji bo guhertinê pênaseya "Qanûna bingehîn a şer" kir û wiha axivî: "Li taxên ku hatine xirakirin mirov dê çawa biçin sandoqan? Dê ewlehiya sandoqan çawa pêk bê?"

Ji Serokê Meclîsê yên berê Husamettîn Cîndoruk jî wiha got: "Ev qanûna bingehîn projeyek e. Ne tenê li hemberî rejîma Tirkiyeyê, sîstemê êrîşek e di heman demê de li dijî eniyê jî êrîşek e. Baş hatiye amadekirin, rost hatiye amadekirin. Pêşnûmeyekî li gorî armancên îxtidara siyasî ye."

'EZMÛNEK LI BER DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN E'

Cîndoruk bal kişand li ser referanduma 1987'an û diyar kir ku referandum qumarên siyasî ne, di dema pêşnûmeya guhertinê de, di warê binpêkirinan de ezmunekî mezin li ber pêşiya Dadgeha Qanûna Bingehîn e. Cîndoruk wiha axivî: "Duh dibêje ku ez li ser vî bi hur û kur fikirîm. Min ev qanûna bingehîn kiryar nediyar didît. Lê kiryarê wî hebû ye. Ez wî wekî endezyar dizanim. Hem serokwezîr, hem serokomar hem jî wezîran Tirkiye kirin du parçe. Yên ku li vir rûdinên Tirkiyeya kevn temsîl dikin. Li hemberî vê parastina rewa tê rojevê. Ya kevn Komara Tirkiyeyê ye. Ez gotina Tirkiyeya Nû, Tirkiyeya Kevn pir şaş dibînim."