Tekane mala şîne hat hilweşandin

ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê Mala Şîniyê ya taxa Cûdiyê bi kepçeyan hilweşand.

Mala Şîniyê ya taxa Cûdi ya Cizîra Şirnexê di qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû topebarankirin û şewitandin. Mala Şîniyê ji aliyê qeyûm Ahmet Adanur ve hat hilweşandin. Polîsan bera ku Mala Şîniyê were hilweşandin derdora malê bi wesayîtên zirxî dorpêçkirin û di bin kontrula polîsan de mala şîniyê bi kepçeyan hat hilweşandin.

Mala Şîniyê Sala 2012 de ji aliyê şaredariya DBP'ê ve ji bo şîniyên gel hatibû çêkirin û tekane malê şînê bû. Di heman demê de katek malê ji bo qirêşa zarokan dihat bi kar anîn. Di wê demê de şaredariyê 1 trilyon ji bo Mala Şîniyê a Cûdiyê xerçkiribû.