Mafê çapemeniyê her roj hat binpêkirin

AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora Çileya 2017'an a binpêkirina mafên çapemeniyê aşkere kir. Di meha yekem a 2017'an de 7 rojnameger hatin girtin û her roj mafên çapemeniyê hat îhlalkirin.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora Çileya 2017'an a binpêkirina mafên çapemeniyê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê aşkere kir. Di civinê de Berdevkê Înîsiyatifê Hakki Boltan û rêveberhên ÎHD'ê amade bûn. Boltan diyar kir ku di meha yekem a 2017'an de 7 rojnameger hatin girtin û her roj mafên çapemeniyê hat îhlalkirin. Boltan, di serî de sersaxî ji malbat û hempîşeyê Rojnameger û rewşenbirê kurd Mahmut Onder ê li Danîmarka li qeribiyê jiyana xwe ji dest da re xwest. Boltan, helwesta RTUK'ê ya ku wekî fermane bide 13 televizyonan rexne kir û wiha got: "Di serdema OHAL'ê e RTUK televizyonan araste dike. Divê saziyên çapemeniyê azad bin. Boltan, bilêv kir ku her roj mafê çapemeniyê tê binpêkirin û rapor aşkere kir. Boltan, wiha cih da raporê:
"Di 30 rojan de 30 binpêkirinên mafan pêk hatin. Di meha çile de 13 rojnameger hatin binçavkirin û jê 7 rojnameger hatin girtin. Der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. Li 4 rojnamegeran cezayê hespê hat birîn. Der barê rojnamegerekî de doz hat vekirin. Rojnamegerek jî hat dersînorkirin.

7 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN

Di vê mehê de Nûçegîhanê Wall Street Journal (WSJ) yê stenbolê Dion Nissenbaum (49), hat binçavkirin û şandin welatî wî. Rojnameger û Midûrê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik, Rojnameger Tunca Ogreten û Mahir Kanaat piştî 24 rojan di bin çavan de man hatin girtin. Rojnameger Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî pişti 24 rojan di bin çavan de man serbest hatin berdan. Nûçegîhanê DİHA yê Abdullah Kaya, Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundema hat girtin Kemal Sancili, Stajera Rojnameya Cumhuriyetê Ayşegul Başar, Xebatkarê Rojnameya Hatay Ses Ceren Taşkin hatin girtin.

ROJNAMEGER HATIN REVANDIN

Rojnameger Bariş Boyraz, li Enqereyê di nava rojê de bi maşîna sipî ji aliyê polîsan ve hat revandin û piştî gef û îşkenceyê serbest hat berdan.
Rojnamegerê Evrenselê Kemal Ozer, rastî gefa kuştinê hat. Rojnamegera Evrenselê Zeynep Tunçel, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin û hat darpkirin.

LI ROJNAMEGERAN CEZA BIRÎN

Heyeta dadgehê li Nobedarê Gerinendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Şanar Yurdatapan û Îbrahim Aydin Bodur cuda cuda Salek û 3 meh cezayê girtîgehê û 6 hezar TL cezaye pereyan birî. Disa heyeta dadgehê li Gerînendeyê Weşana Gişti yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Ersin Çaksu Midûrê Karên Nivisan ê berê Harun Epli cuda cuda 5 sal û 6 meh û 20 cezayê girtîgehê birî. Rojnameger û nûçegîhanê Cumhuriyetê Ahmet Şik pişti hat girtin li Metrisê rastî îşkenceyê hat û 3 rojan av nedan wî. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratik Ulus Arafat Dayan, di yek hucreyê de tê girtin. Nûçegîhanê DÎHA yê bere Selman Keleş, li Zanîngeha Erziromê rastî êrîşa komekê hat.