Beştaş û Bîlgen birin Sîlîvriyê

AMED- Berdevkê HDP'ê Ayhen Bîlgen û parlamentera HDP'ê Meral daniş Beştaş ên li Amedê hatin girtin şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen û parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ên di 31'ê çileyê de hatin girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê hatin kirin. Bîlgen û Beştaş ên ku bi kelepçekirî di 1'ê sibatê de birin Balafirgeha Amedê ji ber rewşa hewayî balafir ranebûbû û vegerandibûn girtîgehê.

Beştaş û Bîlgen îro ji bo ku bibin Girtîgeha Sîlîvriyê birin Stenbolê.