Kedkar cara 24’emîn hatin binçavkirin

MELETÎ - 4 endamên KESK'ê yên bi biryara KHK'ê ji peyvirê hatin dûrxistin, ji bo mafê xwe biparêzin dîsa daketin kolanê û cara 24'emîn hatin binçavkirin.


Kedkar û endamên KESK'ê Ozkan Karataş, Erdogan Canpolat, Cengîz Ugurlu û Umut Sertaç Okdemir ku li Meletiyê bi biryara KHK'ê ji peyvirê hatir dûrxistin bi silogna “Em karê xwe û mafê xwe dixwazin" dest bi çalakiyê kirin 24 rojin li kolana Emeksiz a Meletiyê kom dibin û çalakiyan pêk tînin. Kedkarên tenduristî û perwerdehiyê 24 rojin her roj çalakiyan pêk tînin û her roj tên binçavkirin. Îro dîsa li heman qadê çalakî pêk anîn. Li ser navê kedkaran Ozkan Karataş, daxuyanî da û diyar kir ku ew li dijî vê polîtîkaya AKP'ê vê bê rûmetiyê qet qebûl nakin û dê heta dawî di ber xwe bidin. 4 endamên KESK'ê piştî çalakiya 24'an cara 24'emîn car hatin binçavkirin.

Polîsan kedkar û endamên KESK'ê dîsa binçavkirin û dîsa birin Midûriyeta Polsian a Meletiyê.