Parêzer îşkenceya li Midûriyeta Polisan îspat kir

MÊRSÎN - Parêzera 10 kesên ku 12 roj berê li Mêrsîne hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê rastî îşkenceyê hat îşkence bi wêneyan îspat kir. Prz. Gunay Dag, têkildarî îşkenceyê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê gilî kir.

Li Mêrsînê di 21'ê Çile de polîsan bi ser malan de girt û 10 endamên Komeleya Gelan a Mêrsînê û Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdalê (PSAKD) hatin binçavkirin. Endamê PSAKD Haydar Yildirim ê ji sedî 80 astengdar jî heye 10 kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin. 10 kesên bi navê Haydar Yildirim, Seval Arici, Gulbeyaz Karaer, Melek Guçlu Sancak, Merih Cengîz, Erkan Konukçu, Dilan Ekîn, Aytaç Asan, Onur Can Kaplan û Ugur Kan li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê di bin çavna de rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatin. Parêzerên Buroya Gel Gunay Dag û Sebahat Gençtarih Cebe, ji ber îşkence li muwekilê wan hatine kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê dan. Parêzeran bi belge û wêneyan îspat kirin ku li dest, rû û bedena wan îşkence hatiye kirin. Parezeran di daxwaznameya serlêdanê de wiha got: "Li muwekilên me bi awayekî sîstematîk îşkence tê kirin. Muwekilên me rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Bê navber wan derb dikin. Muwekîlên me ji bo vê rewşê şermezar bike dest bi gireva birçîbûnê kirine. Ji ber ku di grevê de ne divê li gorî qanûnan av, xwê, şekir û xwirekê bingehîn bide wan. Lê ji ber ku van îhticayan nadin wan rewşa wan xerab dibe. Ji muwekilên me Seval Araci ku di digevê deye di nava bêhaliyek mezin de ye. Mahdê wê li hev dikeve û verdişe. Seval Araci duh jî xwîn ji mahdê wê hat. Bi belgeyên doktoran ji derket holê ku muwekilên min rastî îşkenceyê hatine. Me daxwazên xwe ji Serdozgeriya komarê ya Mêrsînê re anî ziman. Lê ev daxwazên me li ber çavan nehatin girtin. Ev pêkanînên li ser muwekilên me îşkence ye.

Bê navber ji aliyê polîsan ve rastî derbê tên. Li dest û zendê Seval Araci şopê îşkenceyê heye. Dîsa muwekilê me Haydar Yildirim ji lêdanê şîn bûye. Bi kelepçeyê birine Nexweşxaneya Torosê. Lê dema ev yek îtîraz kiriye rastî îşkenceyê hatiye. Melek Guçlu Sancak Haydar Yildirim ji ber îşkenceyê ji ser xwe çûne. Ev îşkence li ber kamerayan pêk hatiye. Di dîmenên 31.1.2017'an de hatiye dîtin. Dîsa muwekila me Seval Araci ji ber pêdiviyên wê yên xwê, şekir, av nehatiye dayîn gelek kîlo winda kirine. Di 12 rojên bin çavan de hata saetên dereng muzîka nijadperest bi wan daye guhdarkirin."