Hevseroka DBP'ê ya Wanê hat girtin

WAN- Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker b îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker a duh ji mala xwe hate binçavkirin derxistin dozgeriyê. Şeker piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdiaya "endama rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Şeker bi heman îdiayê hat girtin û şandin girtîgehê.