Serdegirtinên malan ên bê hincet!

ŞIRNEX - Tîmên taybet 2 roj in bêyî ku hincetek nîşan bidin li Şirnexê bi ser malan de digirin û malan serobino dikin.

Li taxa Dîcle ya Şirnexê duh û îro tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Tîmên taybet bêyî ku hincet nîşan bidin bi ser malan de digirin û malan serobino dikin. Hevseroka DÎSK'ê ya Şirnexê Zeynep Îdîn yek ji wan welatiyan e ku tîmên taybet bi ser mala wê de girtî û hemû alavên mala wê hatine belavkirin.