ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz bal kişand li ser pêkanînên Qaymeqamê Elkê yê berê Kadîr Guntepe yê ji ber endamtiya cemaeta Fetullah Gulen hate girtin pirsa "Kesên wê demê ji bo Guntepe li çepikan didan niha çima bêdeng in" kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê pêkanînên Qaymeqamê Elkê yê berê Kadîr Guntepe yê ji ber endamtiya cemaeta Fetullah Gulen hate girtin de axivî û pirsa "Kesên wê demê ji bo Guntepe li çepikan didan niha çima bêdeng in" kir.
Sariyildiz diyar kir ku Guntee yek ji kadroyên ku di çarçoveya paradîgmaya netewe-dewletê de hatiye perwerdekirin yek e, îxtidar û cemaetê ev kadro bihevre gihandine li saziyên dewletê bi cih kirine. Sariyildiz destnîşan kir ku AK Partiyiyên niha bi Guntepe re ji heman mufredatê perwerde dîtine.
'ROJA KU ÊRÎŞÎ ME KIR BÊDENG MAN'
Sariyildiz got ku cemaeta ku Guntepe endamê wî ye demekî şirikî îxtidarê bû û bal kişand li ser dema qaymeqamiya Guntepe. Sariyildiz da zanîn ku dema ku Guntepe qaymeqam bû li gorî îdeolojiya îxtidarê parvekirinên " olperest û nijadperest" dikin û wiha axivî: "Her tim li ser 'şehidan' axiviye. Ev yek rewşa burokrasiya welat radixe ber çavan. Li navçeya ku qaymeqam bû dema ku mirovên sivîl dihatin kuştin ji ber ku êrîşî me dikir rastî tu lêpirsînan nehat. Berovajî vê ji aliyê îxtidarê ve wekî qehreman hat îlankirin. Dema ku Guntepe êrîşî me dikir yên ku pesnî wî didan niha çima bêdeng in."
'EW QEHREMAN NIHA SÛCDAR E'
Sariyildiz destnîşan kir ku dema ku Guntepe peymeqam bû gelek tiştên neqanûnî kir û wiha axivî: "Bi hesabên trol vedikir û wêneyên mirovên kuj iyana xwe ji dest dabûn par ve dikir. Wê demê hate rojevê ev yek yê îxtidar li hemberî vê yekê bêdeng ma. Êrîşî bijarteyên ku ji sedî 90 deng girtine kir lê îxtidar dîsa bêdeng be. Amûrên şerê psîkolojîk bikar dianî. ew qehremanê îxtidarê di niha di girtîgehê de ye. Di qerekterê îxtidara faşîst de ev heye. Dema ku pêwist be dikin qehreman, dema ku pêwîst be jî sûcdar îlan dikin."