Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê hat binçavkirin

MÊRSÎN - Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Faik Eroglu û Hevseroka YAKAY-DER'a Mêrsînê ya berê Emine Eren hatin binçavkirin.

Li Mêrsînê, di çarçoveya operasyona danê sibehê de hat destpêkirin hejmara kesên binçavkirî zêde dibin. Di çarçoveya operasyona didome de endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Faik Eroglu û Hevseroka YAKAY-DER'a Mêrsînê ya berê Emine Eren hatin binçavkirin.

Hejmara kesên binçavkirî gihaşt 12'an û tê diyarkirin ku der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye.