Leşkeran daxuyaniya Malbatên Roboskiyê asteng kir

ŞIRNEX - Leşkeran daxuyaniya Malbatên Roboskiyê asteng kir û gefa, "Hûn daxuyaniyê bidin em ê we têxin bin çavan" li malbatan xwarin.

Leşkerên Qereqola Gulyaziyê daxuyaniya Malbatên Roboskiyê ya hefteya 266'emîn asteng kir. Leşkerên ku bi rêya sercerdevan û keyayê gund agahî ji malbatan re şand û gefa, "hûn daxuyaniyê bixwînin em ê we têxin bin çavan" li malbatan xwar.

Li ser gefa leşkeran jî malbat çûn ser goristanên xizmên xwe û dua kirin. Dema ku malbat li ser goristanê bûn leşkeran bi Drone'yê malbat şopandin.

Serokê Roboskî-Der a ku bi KHK'yê hatibû girtin Velî Encu bertek nîşanî astengkirina leşkeran da û got, "Ji roja komkujiya Roboskiyê pêk hatiye heta niha ne kesên sûcdar, malbatên Roboskiyê yên ku li edaletê digerin û mafdar in tên astengkirin."

Encu herî dawî da zanîn ku Malbatên Roboskî wê di hefteya 266'emîn de li ser referandum a pêk were biaxivin û bidin diyar kirin ku ew çima dibêjin 'Na'.