ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, hevdîtinên Qanûna Bingehîn ên di navbera AK Partî û MHP'ê de rexne kir û wiha got: "Ev pêşnûmeya Qanûna Bingehîn ku tê axaftin lêgerîna fermiyeta van pêkanîna ye. Dixwazin bi avakirina qanûna nû van pêkanînên xwe rewa û fermî bikin. "
Komîsyona Qanûna Bingehîn a ji aliyê AK Partî û MHP’ê ve hatiye avakirin dê îro bicivin. Dê îro dest bi xebatê bikin. Hiqûqnasên MHP'ê rapora der barê pêşnûmeya MHP’ê de amade kirin û pêşkêşî Serokê Giştî Devlet Bahçelî kirin û anîn ziman ku pêşnûmeya MHP’ê temam bûye. Li ser navê MHP'ê Parlamenterê Afyonê Mehmet Parsak, diyar kir ku dê îro bi sekreterê Giştî yê AK Partiyê Gul re bên cem hev û li ser pêşniyarê niqaş bikin.
Têkildarî mijarê Partiya Demokratîk a Gelan diyar dike ku tu xebatên Qanûna Bingehîn tune û dijberî qanûnê dixwazin ji kiryar û pêkanînên xwe re kirasekî ava bikin û statuyek fermî çêkin.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, hevdîtinên Qanûna Bingehîn ên di navbera AK Partî û MHP'ê de rexne kir û wiha got: "Ev pêşnûmeya Qanûna Bingehîn ku tê axaftin lêgerîna fermiyeta van pêkanîna ye. Dixwazin bi avakirina qanûna nû van pêkanînên xwe rewa û fermî bikin." Bilgen, anî ziman ku di şert û mercên îro de derfet û zirûfên avakirina qanûna demokratîk tune û wiha got: "Berî her tiştî ji bo qanûnek berfreh divê şert û merc bên avakirin. Niha ev şert tune ye. Ji bo Qanûna Bingehin a sivîl û demokratîk bê avakirin divê berî her tiştî qada niqaşên azad pêş bikeve. Divê qedexe tune bin. Divê her kes karibe azad fikr û nerînên xwe bîne ziman û parve bike. Ji ber vê yekê di şertê îro de bigeha avakirina qanûnek demokratîk tune. Dixwazin bi qanûnên nû krasekî fermî û statuyekê ji van pêkaninên xwe re çêkin. Ev niqaşên niha tên kirin ne niqaşên qanûna demokratîk û sivîl in."
'EV XEBATÊN ÎLANA SEROKDEWLETIYA FERMÎ YE'
Bîlgen, destnîşan kir ku AK Partî dem civan dide xwe û wiha got: "Ev geşedan li ser du hîmên bingehîn pêş dikeve. Berî her tiştî dixwazin ji sedî 51 deng bi dest bixin. Dîsa fikara duyemîn di nava parlamentoyê de 330 deng wergirtin e. AKP ji bo 330 dengan bigire bi tevlêbûna MHP'e zahmet xuya dike. Dixwazin plana Serokdewletiyê jî di nava avakirina Qanûna Bingehîn de bi cih bikin û bi fermî derbas bikin. Heta ku metnek negêje destê me em nikarin berfireh li ser niqaş bikin. AKP metnê ji me vedişêre. Xuya dibe ku dê metnê 3 sal berê pêşkêşî civakê kiribûn biparêzin. Navê vê yekê dîktatorî ye. Ev bi fermî hatiye tescilkirin. Dibe ku 330 dengan derbas bikin. Lê ger ku derbas bikin jî mirov nikare behsa demokratîkbûn û hiqûqa Tirkiye bike. Ev qanûna bê avakirin ji Qanûna Bingehîn a 82'an xerabtir e.
‘ARMANC DIKIN HER TIŞTÎ TÊXIN KONTROLA SEROKOMAR'
BÎlgen, destnîşan kir ku di serdema 12'ê îlonê de jî çalakiyên meş û xwepêşandanan ne qedexe bûn û wiha got: "Tirkiye di milê azadî û mafan de pir paş ket. Du beşên vê qanûna bingehîn heye. Mileki wê mafê heq û azadiyan e. Ya muhîm jî pratîk e. Milê duyemîn jî dewlet dê çawa organîze bibe. Ya muhîn daraz çiqas serbixwe ye. Hemû karên ku Serokomar dike li dijî venêrtina darazê ye. Derdê esas nexistina venêrtinê ya Serokomar e.
DIXWAZIN KIRASEKÎ LI REWŞA HEYÎ BIKIN
Bilgen, bilêv kir ku dixwazin ji vê rewşa heyî re kirasekî ava bikin û vê yekê jî bi avakirina qanûna nû rewa û fermî bikin û wiha got: "Lê derdê me ewe ku Qanûna Bingehin a demokratîk bê avakirin. Em dixwazin hemû mafên kêmar, bawerî, ziman, çand û rengan bên parastin. Lê niha tişta tê kirin dijberî vê yekê ye. Di pêvajoya rewşa OHAL'ê de avakirina Qanûna demokratîk ne pêkan e."
'ÊDÎ DAXWAZA QANÛNA DEMOKRATÎK LUKS E'
Bîlgen, herî dawî destnîşan kir ku ew li gel her tiştî xebat û hewldanên wan ên Qanuna Bingehîn a Demokratîk berdewam dike û wiha got: "Em bi derdor û kesên cuda re tên cem hev û ji bo Qanûnek Demokratîk niqaş dikin. Di şertê niha de mirov behsa Qanûna Demokratîk bike pir luks çê dibe. Di rewşa heyî de Tirkiye sendroma 17-25'ê Qanûne dijî. Qûnûna ku niha tê amadekirin li şûna erkû peyvira dewletê ya li hemberî welatiyan bê rastkirin, dijberî vê yekê xebat tê kirin."