ENQERE - Dê HDP, bi şîara “Na'ya her kesî ji bo xwe ye" kampanyaya referandûmê bi rê ve bibe û dê bi vê kampanyayê raste rast temasî gel bike. Dê pêşî di 7'ê Sibatê de du hefteyan civînên gel çêbike û dê bi van civînan re li zêdeyî 80 navendî bersiva pirsa "Çima Na" bi gel re parve bike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo pêvajoya referandûmê amadekariyên kampanyaya "Na"yê dike. Ji roja ku pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn di Meclîsê re derbas bûye heta niha HDP bi gelek derdoran re hevdîtin pêk aniye û ji teza hinceta "Na"ya her kesî cuda ye tevdigere û li ser vê dê kampanyayê bi şîara "Na'ya her kesî ji bo xwe ye" bi rê ve bibe. HDP ya dê di vê çarçoevyê de hincetên xw eyên "Na"yê rêx bike, dê stratejiya temasa raste rast bi civakêr e bişopîne. Dê kampanyaya "Na"yê mal bi mal bi rêxistin bike.
DÊ DEKLARASYON BÊN WEŞANDIN
Di 31'ê Çileyê de li Amedê ji aliyê HDP, TJA, DBP, HDK û KCD'ê ve bi dirûşmeya "Bi ruhê Newrozê em ji bo dmeokrasiyê li ber xwe bidin, bi Na'yê jî li dijî dîktatoriyê rawestin" deklarasyoneke hevpar hatibû daxuyandin û di vê deklarasyonê de "komara demokratîk" hatibû destnîşankirin. Li gel vê, tê payîn ku dê di rojên pêş de li Stenbolê jî deklarasyonek bê daxuyandin. Dîsa, li gel vê dê jin jî di 5'ê Sibatê de bi deng û rengê xwe li Enqereyê deklarasyonekê biweşînin.
DÊ MAL BI MAL BÊ RÊXISTINKIRIN
Têkildarî pêvajoya kampanyayê xebat tên meaşndin û komîsyonên têkildar hatin avakirin û plan û bernameya pêvajoyê jî zelal bû. Dê bi piranî civînên gel û civînên maseya gilover bên çêkirin û dê kampanyaya temasa yekser di 7'ê Sibatê de bê destpêkirin. Dê roja Sêşemê li Amed, Çewlîg û Îdirê hevdîtinên bi gel û civînên bi gel re bên çêkirin. Dê civîn du hefetyan bidomin. Civînên ku tê plankirin dê li 83 navendan bên çêkirin, dê parlementer û endamên MYK'yê jî beşdarî wan bibin. Dê di civînan de hincetên "Na"yê yeko yeko bên vegotin.
ÇÛYÎNA SER SINDOQAN JI BO ÇI GIRÎNG E?
Tişta din a dê di civînên gel de derkeve pêş jî çûyîna ser sondoqan e. Dê HDP di van civînan de sedemên çûyîna sindoqan vebêje.
JI BO HERÊMÊN KOÇBERIYÊ XEBATÊN TAYBET
Hedefa din a ku HDP'ê xistiye nav bernameya xwe jî ew e ku, dê xwe bigihîne gelheyeke 400 hezarî yên ji ber dorpêçkirinên li navçeyên "xwerêveberiyê" koçkirine. Bi taybetî li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Geverê nêzî 300 hezar hilbijêr ji herêma hilbijartinê koç kirin. Ji bo ev girseya hilbêijêr daxilî hilbijartinê bibe dê xebatan bide meşandin. Piştî nîqaşan dê rengê xebata ji bo vê geleheyê zelal bibe.