ENQERE - Serokê Giştî yê HBVAKV Dr. Tuncer Baş ê guherandina Qanûna Bingehîn wek "Ji bo elewiyan felaket e" wesifand wiha got: "Dê piraniya elewiyan bibêje 'Na'."
Serokê Giştî Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş Velî (HBVAKV) Dr. Tuncer Baş, têkildarî guherandina Qanûna Bingehîn a bi dengên AK Partî û MHP'ê di Meclîsê re hat derbaskirin nêrînên elewiyan nirxandin.
'DI ŞERT Û MERCÊN OHALÊ DE HILBIJARTNÊN KEYAYAN JÎ NAYÊN KIRIN'
Baş, bal kişand ser çewtiyên guherandina Qanûna Bingehîn a tê xwetsin di şert û mercên OHAL'ê de dixwazin wê têxin meriyetê û wiha got: "Gelek bendên cidî yên şert û emrcên OHAL'ê hene. Di pêvajoya OHAL'ê de hilbijartinên keyayan jî nayên kirin."
'MEKANÎZMAYA KONTROLÊ TUNE YE'
Baş wiha diyar kir: "Em ê li vir kesekî hilbijêrin. Dê welat bi rê ve bibe û dê ev kes qet neyê darizandin. Dê hem lîsteya parlementeran çêbike, hem jî dê birêvekirinê diyar bike. Lê belê, li gor me divê di pergalên rêveberiyê de mekanîzmayên kontrolê hebin. Di vê 'pergala serokatiyê ya modela tirk' de tu mekanîzmayeke kontrolê tune ye."
'BI RAYEYÊN BÊSÎNOR ÎJAR HÛN BIFIKIRIN BÊ DÊ ÇI BIKE'
Baş, diyar kir ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan mudaxileyî hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên îktîdara AK Partiyê ji hikûmetê xistin kiriye û ji ber vê pêvajoya 1'ê Mijdarê xwe daye der û wiha hişyar kir: "Lê niha heke heman Serokomar ên rayeyên wî sînorkirî ne ev tişt kriibin, sibê dê bi rayeyen bêsînor îjar çi bike hûn bifikirin. Hatina pêncşemê ji çarşemê diyar e. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê mînakeke zaf xweşik e. Ji ber vê heke 'erê' derkeve ev ji bo Tirkiyeyê felaket e."
'REFERANDÛM XELASBÛNA DAWÎ YA JI DÎKTATORIYÊ YE'
Baş ê got "Ev referandûm xelasbûna dawî ya ji dîktatoriyê ye" dest nîşan kir ku, di heman demê de ev îfade fikra HBVAKV'ê ye jî û got, heke bi tevdîr neyê tevgerîn dê civak bikeve ber pêlên herikanekê. Baş wiha axivî: "Dibe serokmarê heyî be an jî dibe kesekî din be. Bi tu awayî vîna civakekê teslîmî kesekî nayê kirin. Ji ber vê wisa difikirim divê 'Na' bê gotin."
'DIVÊ EM VÊ FELAKETÊ JI CIVAKÊ RE VEBÊJIN'
Baş, dest nîşan kir ku di warê rêxistinbûyîna 'Na'yê de ew bi derdorên civakê yên cuda re îstişareyê dikin û hewl didin ku zimanekî hevpar zevt bikin. Baş wiha domand: "Li vir gelek mafên bingehîn ên welatîbûnê hene. Bi rastî jî ev rewşeke di ser partiyan de ye. Di ser rêxistinana d eye. Ji ber vê divê rêxistinbûyîna 'Na'yê veguhere hewldaneke welatîbûyînê. Yanî ev pirsgirêkeke welatîbûyînê ye. Divê em vê felaketê ji civakê re vebêjin."
'DIXWAZIN PIŞTEVANIYA WELATÎBÛNÊ YA DI NAVBERA HDP Û CHP'Ê DE BIŞKÎNIN'
Baş, diyar kir ku îhtimal e di pêvajoya referandûmê de hin provakasyon çêbibin û hişyariya li hemebrî provakasyonan kir û wiha axivî: "Dê derdorên marjînal terorîze bikin. Wek mînaka HDP'ê. Îro bi awayekî cidî dixwazin HDP'ê terorîze bikin. Dixwazin wê piştevaniya di navbera hilbijêrên HDP û CHP'ê de bişikînin. Bi taybetî bi tewrê 'Na'ya HDP'ê dixwazin derdora HDP'ê terorîze bikin. Lê li vir helbet divê pêşî elewî, kurd û komên dezavantaj xeteke hevpar hilberînin û bi hev re tevbigerin."
Baş, herî dawî hincetên 'Na'yê yên elewiyan vegot û wiha domand: "Li cihekî ku daraz evqas ketiye tora siyasîbûnê û bi otrîteyekê ve hatiye girêdan, dê qanûn ji bo elewiyan tune bin. Mesela sirf ji ber pêşengê partiyekê elewî ye, wî rencî de dikin. Heke 'erê' derkeve tenê dê ji bo elewiyan nebe felaket. Heke di bin navê mîsogeriyên qanûnî yên heyî de em welatîbûyîna wek hev bi dest nexin, em ê bi meylên şexê welatîbûyînê bi dest nexin. Ji ber vê dê teqez elewî bibêjin 'Na'."
Baş dest nîşan kir ku, dê piraniya elewiyan bibêjin 'Na'.