Ji parêzerê Ocalan ji bo CPT'yê: Em dixwazin rapor bê aşkerakirin

STENBOL - Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 145 roj e bi tu awayî agahî nayên wergirtin. CPT ya di navbera 28-29'ê Nîsanê de serdana Ocalan kiribû, ji bo rapora amadekiriye aşkere bike li benda tesdîqkirina Tirkiyeyê ye. Li gel vê ji parêzerên Ocalan İbrahîm Bilmez ê got, "Em wek parêzerên Birêz Ocalan û hem jî gelê kurd meraq dikin. Em dixwazin ev rapor bê daxuyandin" xwest demildest rapor bê daxuyandin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî giran didome. Li hemberî rewşa Ocalan ê 145 roj e tu agahî jê nayên wergirtin, saziyên netewî û yên navnetewî jî xwe li bêdengiyê danîne. Herî dawî Konseya Ewropayê di 28-29'ê Nîsanê de Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Kirêt (CPT) şandibû Girava Îmraliyê. Ji wê rojê heta niha li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gel vê her çi qas CPT hatibe Tirkiyeyê jî, lê serdana Girava Îmraliyê nekiriye. Lê belê, piştî hewldana derbeya 152ê Tîrmehê her çi qas CPT hatibe Tirkiyeyê û serdana Îmraliyê kiribe jî, lê der barê raçavkirinên xwe yên li girtîgehan bi tu awayî aşkere nekiriye. CPT a ku piştî raçavkirinên xwe bi qederekê daxuyanî didan, lê heta niha her çi qas meh jî di ser re derbas bûne der barê serdana xwe ya 28-29'Ê Nîsanê ya Îmraliyê de tu daxuyanî nedane.

Ji parêzerên Ocalan İbrahim Bilmez hefteya berê li Strasbûrgê têkildarî rewşa Ocalan, bi rayedarên CPT'yê re hevdîtin pêk anî. Lê belê ji vê hevdîtinê jî tu encam derneketin û rayedaran ragihand ku ji bo daxuyandina raporê ew li benda tesdîqkirina Tirkiyeyê ne.

Bilmez, dest nîşan kir ku ji ber piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê CPT neçûye Girava Îmraliyê wan ew rexne kiriye û van rexneyên xwe ragihandine CPT'yê. Bilmez, diyar kir ku wan hefteyek berê bi CPT'yê re hevdîtin pêk aniye û got, rayedaran diyar kiriye ew nepeniyê esas digirin. Bilmez, got rayedarên CPT'yê gotiye rapora Îmraliyê amade ye, lê belê ji bo daxuyandina wê ew li benda tesdîqkirina Tirkiyeyê ne.

Bilmez, têkildarî netesdîqkirina raporê ya heta niha wiha axivî: "Nexwe di raporê de hin rexneyên li xweşa Tirkiyeyê naçin cih digirin. Dibe ev encam derkeve. Li gel vê, ev nîşan dide ku di navbera Tirkiye û CPT'yê de hin bazar çêdibin. Dibe erka vê raporê li gor wê jî bê diyarkirin. Ji aliyekî ve belkî ev bazareke baş be jî, yanî bazariyeke ji bo başkirina şert û mercên Îmraliyê, hevdîtinên malbat û parêzeran, başkirina mafên pêwendiyê. Dibe hin bazarên din jî tên kirin. Ji ber me tu hevdîtin çênekirin, em şîroveyên wisa dikin."

‘EM DIXWAZIN RAPOR BÊ DAXUYANDIN'

Bilmez, balê kişand ser serdanên CPT'yê yên pêvajoyên berê û wiha axivî: "Berê jî CPT'yê serdana Îmraliyê dikir. Rporên dihatin amadekirin carinan di demeke kurt de carinan jî piştî salekê dihatin daxuyandin. Niha jî hindik ma salek derbas bibe. Em wek parêzerên Birêz Ocalan û hem jî gelê kurd meraq dikin. Em dixwazin ev rapor bê daxuyandin. Me hefteya borî ev ragihand rayedaran jî. Di ser serdana wan a Nîsana 2016'an re 10 meh derbas bûn û şert û mercên niha ji yên Nîsana 2016'an xerabtir in. Em nikarin bêjin li Îmraliyê rewşeke baş heye."

‘CPT ROLA XWE NALÎZE'

Bilmez wiha domand: "Gelek rê û rêbazên CPT'yê hene. Mesela dikare biçe Îmraliyê. Li pêşberî wê tu astengî tune ne. Li gelek girtîgehên Tirkiyeyê îdiayên îşkence û muameleyên kirêt hene. Dikare bê û dubare lêkolînan bike. Yan jî CPT dikare ji Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê û DMME'yê re rapor binivîse. Li pêşberî vê tu astengî tune ne. Lê CPT vê jî nake. Tam jî em di pêvajoyeke ku divê CPT rola xwe bilîze de ne. hem di warê Îmarliyê de hem jî di warê Tirkiyeyê de. Lê belê, mixabin CPT rola xwe nalîze."

‘REWŞA BI ENDÎŞE EV E'

Bilmez, anî ziman ku têkildarî Îmraliyê rewşa bi endîşe ew e ku raya giştî ji bo rewşa tecrîdê xwe li nedîtiyê datîne û wiha got: "Ya herî xetere ev e. Li nêv Behra Marmarayê Birêz Ocalan û 3 kes hene û tu kes nikare bi wan re pêwendiyê deyne. Ne mafên wan ê telefonê heye, ne dikarin nameyan binivîsnin, ne jî malbat û parêzerên wan dikarin bi wna re hevdîtinê pêk bînin. Tabiî îzolasyona komî hatine kirin."